ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-05-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-05-2018
1 gulan, 2018   04:00

*Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê dê were şopandin.

*Hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li Akademiya Şehîd Idrîs a hêzên Ewlehiya Hundirîn a Eyn Îsayê, dewreyeke perwerdeyê bi dawî dibe. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*TEV-DEM bi boneya 1ʹê Gulanê li Kantona Kobanê meşekê li dar dixe. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Buroya Têkîliyên Giştî ya QSDʹê bi rûspiyên êlên Reqayê re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li bajarê Reqayê zarok têne aşîkirin da ji nexweşiyan bêne parastin.  

*Komîteya Kedkaran a navçeya Girkê Legê bi boneya cejna karkeran şahiyekê li dar dixe. TEV-DEM jî bi heman boneyê li navenda YCRʹê şahiyekê li dar dixe. Her wiha li bajarê Qamişlo jî meşek tê lidarxistin. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li navçeya Amûdê Navendek ji bo saziya metiryal û pirtûkan tê vekirin Saet 15.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Navenda Tratîfê ya herêma Keramê tevgera trafîkê birêxistin dike da qerabalix kêm bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 CIVAK Û JIYAN

*Li bajarê Minbicê yê bi ewle, xebatên lêkirin û jinûve avakirinê zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mûsima çinîna berhemên genim û ceh li Bakurê Sûriyê nêz bûye. Cotkaran diyar kirin ku îsal ji ber kêmbûna baranê berhem kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê tevî derfetên kêm xizmeta gel dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Şahoz Hesen diyar kir ku ew naveroka Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku yekîtiya axa Sûriyeyê misoger dike, ji civaka navneteweyî re şîrove dikin.

*Hevseroka MSDʹê Ilham Ehmed diyar kir ku aliyên navneteweyî soz didin ku ew ê zextê li ser Tirkiyeyê bikin ku ji Efrînê vekişe.  

DOSYA

*Tevî hemû şert û mercên heyî û rewşa zehmet a şêniyên Reqayê ku 4 salên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'êde bûn jiyan kirin, lê di demeke kurt welatiyan karîbûn bi azadî jiyaneke nû biafirîne û jiyana hevbeş û bi rumet li herêmê pêk bîne.

*Aloziya di dema dawî ya di navbera Israîl û Îranê de ne tenê aloziya di navbera du dewletên netewî de ye, lê belê di navbera 2 rêjîmên ku dixwazin hebûna xwe li Rojhilata Navîn mezin bikin, pêk hatiye. Îran çalakiyên nuklerî ji bo zexta pêkanîna daxwazên xwe bikar tîne.

 JIN

*Jina bi navê Evîn ku ji destpêka Şoreşa Rojava de ji bo kar tevî malbata xwe çû Tirkiyeyê, piştî zilma li ser karkeran dît tehemul nekir û vegeriya Qamişlo. Evîn niha di koperatîfa Nesrîn de bi kedek hevbeş dixebite û wiha got, ʺEm li Tirkiyeyê wek koleyan dihatin xebitandin, lê niha di koperatîfê de keda me ya me ye.ʺ(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA