Dosya nuklerî ya Îranê…Di salekê de mijara sereke bû-2

Aloziya di dema dawî ya di navbera Israîl û Îranê de ne tenê aloziya di navbera du dewletên netewî de ye, lê belê di navbera 2 rêjîmên ku dixwazin hebûna xwe li Rojhilata Navîn mezin bikin, pêk hatiye. Îran çalakiyên nuklerî ji bo zexta pêkanîna daxwazên xwe bikar tîne.

Dosya nuklerî ya Îranê…Di salekê de mijara sereke bû-2
1 gulan, 2018   04:09

Itîfaqa Îranê û koma 5'an (1+5) û gefên DYA bi vekişandinê

NAVENDA NÛÇEYAN/YIHYA EL-HEBÎB

Aloziya dosya nuklerî ya Îranê bi hemû alozî û kêşeyên li Rojhilata Navîn û cîhanê ve hatiye girêdan. Hin ji wan bi sîstema hindirîn a Îranê, her wiha aloziya di navbera welatên Kendava Ereban û Îranê li aliyekî û aloziya di navbera îran û Îsraîlê de pêk di herêmê de pêk hatiye.

Ehmedî Necadî û dosya Nuklerî ya Îranê..

Di hizêrana sala 2005'an de, Ehmedî Nejatî wekî Serokê nû yê Îranê hate hilbijartin, di meha tebaxê de dawî li rawestandina bernameya nuklerî ya Esfehanê pêk anî û dest bi amadekariya amadekirina yoranyomê kir. Birîtaniya ev gava Nejatî wekî binpêkirina Itîfaqa Parîsê binav kir. Hêzên Ewropî yên sê alî ji Îranê xwestin ku bi temamî dawî li bernameya xwe ya nuklerî bîne, beranberî sudên di aliyê siyasî û bazirganî de, her wiha misogeriya ku YE dê tu êrîşan li dijî Îranê pêk neyne, lê ne Amarîka, lê Îran ev pêşniyar red kir.

Di tebaxa sala 2005'an de Wekaleta Navdewletî ya Enerjiya Nuklerî û bermahiya yoranyom a bilind li Îranê ji hin aliyan de pêk tê û madeyên wê ji Bakistan hatiye,ev ne nîşana pêşketina bernameya nuklerî ya Îranê di aliyê leşkerî de ye.

Di sibata sala 2006'an de, qonaxeke nû ji doza bernameya nuklerî ya Îranê hate destpêkirin. Piştî ku dengê endamên Wekala Navdewletî derbarê dewirkirina Dosya Îranê ya Konseya Ewlekariyê bi sponseriya sê alî yên Ewropa û DYA ku dozê dewrî Konseya Ewlekariyê bikin. Îranê jî bersiva ku dê pirotokola xwe ya derbarê bernameyê rawestîne, her wiha dê hemû mijarên girêdayî alîkariyê ku bi dildarî pêk hatiye rawestîne.

Di vê derbarê de Îranê qebûl nekir ku mafê xwe yê pêkanîna bikaranîna yoranyom de bikar bîne. DYA jî qebûl ne kir.

Di nîsana sala 2004'an de jî Serokê Îranê Ehmedî Nejadî destnîşan kir serkeftina Îranê bi bikaranîna yoranyom ê bi rêjeya 3,5 ji sedî pêk hatiye û bikaranîna zêdeyî 100 alavên navendî pêk hatiye.DYA ji vê yekê aciz bûn û ji hevkarên xwe xwest ku li dijî Îranê bersiveke xurt bide.

Di dema di navbera salên 2006 û 2012'an de mijara dosya nuklerî ya Îranê di navbera wê û civaka navdewletî de pêk hat. Di vê demê de 7 biryar ji aliyê Konseya Ewelariyê derabrê bernameya Îranê ya Nuklerî pêk hatiye.

Biryar jî ev in:

 Biryara bi hejmara 1696 ya sala 2006'an:Ji Îranê hate xwestin ku çalakiyên xwe yên bikaranîna yoranyom ê li gorî benda heftan a mîsaqa NY pêk bîne.

Biryar bi hejmara 1737 ya sala 2006'an: Ji ber Îranê qebûl ne kir bernameya xwe bikaranîna Yoranyom rawestîne, ceza lê hate birîn, daxwaz hate kirin ku alîkariya nuklerî bi Îranê re were birîn.

Biryara bi hejmara 1747 ya sala 2007'an: Lîsteya cezayên li ser Îranê hatine ferizkirin, hate zêdekirin.

Biryara hejmara 1803 ya sala 2008'an: cezayên li ser kes û rêxistinên din hate zêdekirin, her wiha qedexeya seferê li kesayet û mijarên nuklerî ve hate kirin.

Biryara bi hejmara 1835 a sala 2008'an: tekezî li ser ceza û biryarên berê hate kirin. Lê neket bin bendê 7'an a Mîsaqa NY

Biryara bi hejmara 1929'an ya sala 2010: Embargo tam li ser çekên Îranê hate kirin, her wiha Îran ji hemû çalakiyên girêdayî çekên balistî hate kirin. Her wiha isûlên taybet ên girêdayî Pasterên Îranê û xetên şehin ên Îranê hatin rawestandin.

Biryara bi hejmara 1984 ya sala 2011'an, cezayên berê 12 mehên din hatin dirêjkirin.

Di meha mijdarê de Wekaleya Navdewletî rapork amade kir, tê de diyar kir ku hêza Îranê ya taybet bi bikaranîna Yuranyom hate firehkirin. Îran 233 kîlogiram Yoranom ber amadekarî bi rêjeya 20 ji sedî çêkiriye. Di raporek din derbarê amdekariya Yoranyom , hate gotin ku Îran 96 kîlogiram yoranyom wekî enerjî ji bo navenda lîkolînên nuklerî ya Tehranê bikar aniye.

Hesen rûhanî û çareseriya dîplomasî.. Koma 5+1 hate avakirin

Di sala 2013'an de Hesen Rûhanî di hilbijartinên Serokatiyê ya Îranê de bikar ket. DYA gaveke erênî bi nav kir. Rohanî dest bi qonaxeke nû ya dosya nuklerî ya Îranê ber bi riya çareseriya dîplomsî ve avêt.

Piştî alzoya ku salên dirêj dewam kir û cezayên ku hêzên rojavayî li ser Îranê feriz kirin, herî dawî koma (5+1) hate avakirin, li ser itîfaqa çarçoveyî ya demkî lihev kirin. Ew itîfaq di navbera Îran û dewletên koma (5+1) de pêk hat. Dewletên endamên dayîmî yên Konseya Ewelekariyê Amarîka, Rûsiya, Çîn, Firansa, Ingîltra û Elmaniya. Ev bûyer di 2'ê nîsana sala 2015'an de pêk hat. Piştî civîna derbarê dosya nuklerî ya Îranê ku li bajarê Lozan a Siwîsreyê hate lidarxistin, pêk hat. Di wê demê de Serokê Amarîka Barak Obama da xuyakirin ku çareseriya dîplomasî derbarê soya nuklerî ya ÎRanê ji cezayên ku 20 salan dirêj kir bi gelekî baştire.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî jî derbarê itîfaqa pêk hat, wekî serkeftinek mezin ji Îranê re pênase kir, bi taybet ji ber mafê bikaranîna yoranyom di xebatên aştiyane de ji Îranê de diparêze.

Piştî wê itîfaqê û bi taybet di 14'ê tîrmeha sala 2015'an de li paytexta Ewisturya Viyena, dîplomasiya ragîhand ku di danûstendinên heyî de ku li ser bernameya Îranê pêk hatiye de, mijara bikaraîna çalakiyên nuklerî ya Îranê  hate nirxandin, mijara diyar kirine çalakiyên nuklerî ya Îranê, her wiha kêmkirina embargoya navdewletî ku ji aliyê raya giştî hatiye ferizkirin hate sivkirin.

Detayên itîfaqê

Itîfaqa dawî ku li paytexta Ewisturya Viyena li ser lihev kirine ji gelek xalan pêk tê. Xalên herî girîng ev in:

Xala yekem: bernameya Nuklerî ya Îranê demek dirêj were sînordarkirin, Yoraynom zêdeyî 3,76 ji sedî neyê amadekirin.

Depoya Îran ji yoranyom a kêmkirina amedekarî di 15 salên wer e de dakeve 300 kîlogiram

Li gorî bendê wê Bargeha Fordo , ku bargeha sereke ya amadekirina yoranyom e, veguhertîne navenda lêkolînê ya fîzayî û teknoljiya nuklerî.

Şertek sereke jî ew e ku rê ji çavdêrên navdewletî re were vekirin ku serdana hemû bargehên îranê yên cihê gumanê bikin.

Di heman demê de Îran avakirina bargehên ku li ser ava giran dixebite rawestîne, alavên bargehên nuklerî nebe cihekî din, heta dema herî kêm 15 salan.

Li gorî bendan anîna parçeyên ku di bernameya Îran a Fozayên Balistî de têne bikaranîn, 8 salan ji derve destine, raweste.

Beranberî pêkanîna bendan, Ceza û embargoyên li ser Îranê hatine ferizkirin, gav bi gav werin rakirin, ev jî wê li gorî pêknaîna wê ya itîfaqa nuklerî dê pêk were.

Li gorî itîfaqa hate kirin, dema bername destpê kir, Îran careke din dikare neftê bi hemû hêza xwe ya berhemdariyê bifiroşe derve. Di heman demê de itfaq riya hevkariya enerjî û tiknolojiyê di navbera dewletên mezin û Îran vedike.

Tramp guh li itîfaqê nekir… Ji bo kêmkirina hevkariya Îranê stratejîk nû

Dema Serokê Amarîka Tramp gihişt Koçka Spî, nerîna Amarîka derbarê Îran û bernameya wê ya nuklerî hate guhetin. Turmp stratejîk nû derbarê Îran de danî. Li gorî wê "hêza Îran ku aramiya herêmê di riya wê re binpê dike, were rawerstandin, bi taybet piştgiriya wê ya terorê û komên çekdar" her wiha hevkarî di navbera DYA û şirkîkên wêyên herî li dijî xeta Îran a wêrankeriyê derkeve. Hevsenga sabit a hêzên herêmê were pêkanîn. Her wiha kar werer kirin ku rê neyê dayîn rêjîma Îranê çalakiyên xwe fînase bike, li dijî çalakiyên pasterên îranê ku şoreşa gelê Îranê diziye were astengkirin, ev li gorî daxyaniya Koçka Spî hatin rêzkirin.

Tramp her wiha destnîşan kir ku di 12'ê gulana were de helwesta xwe ya dawî derbarê bernameya nuklerî ya Îranê diyar bike.

Di qonaxa behsa mijarê de ku dosya nuklerî ya Îranê tê re derbas bû, bê dengî û kêliyên sorkirinê hebûn. Di salên derbasbûyî de bernameya nuklerî ya ÎRanê bû aloziyek herî û navdewletî. Dr. Nesir Mihemed Arif derbarê mijarê de ev tişt nivîsand: "çavdêrê bê alî yê siyasta li Rojhilata Navîn, dosya nuklerî ya Îranê temaşe dike ku çawa hin deman tê girtin û tê vekirin. Li gorî wan tê sarkirin û tê gerimkirin. Em nizanin sedemên li pişt van helwestan çiye. Lê em dibîn in ku çawa bi lez biryarên hestyar têne girtin.

Rastiya dîrokî ya yekem jî dibêje ku destpêkirina 'Şoreşa Islamî ya Îranê' bi erêkirina hêzên rojavayî pêk hatiye'. Balafirên firansî rêberê şorşa Îran gihand Tehranê. Îran rojekê li ser Rojava û Israîlê nebû xeter. Hizib El-Ah malên hevkarên xwe tenê ji Israîlê rizgar kiriye. Ji Filistînê re yek gule jî pêşkêş ne kiriye. Lê belê ji wan re bi milyonan diruşme û gotin pêşkêş kiriye."

Arif, her wiha da zanîn di nivîsa xwe de da zanîn ku bernameya nuklerî ya Îranê rê dayê ku zêdeyî 4 milyar dolar ji pereyên Îranê yên li DYA hatibûn cemidandin bigre û wan derbixe derveyî sîstema mesrefî ya navdewletî. Ji Îran jî birin Yemen, Sûriyê, Lubnan û deverên din ên Efrîqiya."

Rastiya dîrokî ya duyemîn jî dibêje ku çekên nuklerî yên Îranê, çekên parastinê ye, nehat bikaranîn, wekî çekên êrîşkariyê nehatiye bikar anîn. Ereb wê êrîşî Îranê nekin, her wiha Îran jî wê êrîşî ereban nekin. Êrîşên dibin jî bi çekên nuklerî nayên kirin, lê bi çekên kilasîk. Ji ber vê yekê kêşeya ereban bi Îranê re çekên wê yên giran û fûzyên wê yên balastî ku derbasî Yemenê dikin, bi dizî derbasî herêmên din têne kirin. Lewma çekên nuklerî tu nirxên wan li gel ereban nîne. Heger li gel Îranê hebe, nebe, ne mijareke girînge. Em li rewşa Bakistan binerin, em ê wateya çekên kîmyawî nas bikin, ew hevsengeyên hêzan di şerê kilasîkî de nade guhertin.

Rastiya dîrokî ya sêyemîn jî dibêje ku siyaseta navdewletî karê xêrê nizane, rojevkirina dosya nuklerî ya Îranê tu têkiliya wê bi berjewendiyên hêzên hatine beranberî hev nîne. Ne girînge ku berjewendiyên wan bi ereban re bighêje hev. Berjewendiya ereban ew ku Îran di sînorê dewletên cîran de destwerdanê neke, piştgiriya komên çekdar neke. Komên çekdar derveyî çarçoveya dewletê ava neke. Ev metirsîna li ser welatên Ereban a vê demê deye. Di dema navîn de jî wihaye.

Xetera dosya wê ya nuklerî, dibe ku metirsîna wê di dema dûr de hebe.

Dosya nuklerî ya Îranê bi van rêbazan tê rojevkirin, DYA, bi vê yekê welatên Ereban sor dike, di heman demê de Îsraîl bi vê yekê DYA dixe tevgerê, dewletên Rojavayî jî Rûsiya dixe tevgerê. Rûsiya bi vê yekê jî bazaran bi dewletên Rojava bike, Rûsiya bi vê bernameyê Îran dixe rojevê.

(dc)

ANHA