Gelê Misilman di şeva nîvê Şebanê de şahiyeke olî li dar xistin

Buroya Olan a Helebê bi nêzîkbûna rojiyê re, şahiyeke olî li dar xist. Di şahiyê de quran hat xwendin û dua ji xwedê re hat kirin ku Efrîn li hember hêzên dagirker bi ser bikeve.

Gelê Misilman di şeva nîvê Şebanê  de şahiyeke olî li dar xistin
30 nîsan, 2018   18:51

HELEB

Di şahiya olî de tevahî gelên Helebê amade bûn.  Şêx Welîd Rewas quran xwend. Piştre Berdevkê MSDʹê li Helebê Yehya Mehmûd axivî û bal kişand ser girîngiya hezkirina di navbera gelan de, da dijmin nikaribe civakê parçe û siyasetên xwe bide meşandin. 

Di dawiyê de dua ji xwedê re hat kirin ku Efrîn bi ser bikeve.

Gelê Misilman her sal şeva nîvê meha Şebanê bi şahiyeke olî pîroz dikin. Di vê rojê de misilman nimêj dikin, dua dikin û quranê dixwînin.

(mm)

ANHA