Li Qamişlo 84 şehîdên azadiyê hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo 84 şehîdên Kurdistanê ku di dem û cihên cûda de şehîd bûne, bi bîr anî.

Li Qamişlo 84 şehîdên azadiyê hatin bîranîn
Li Qamişlo 84 şehîdên azadiyê hatin bîranîn
Li Qamişlo 84 şehîdên azadiyê hatin bîranîn
Li Qamişlo 84 şehîdên azadiyê hatin bîranîn
Li Qamişlo 84 şehîdên azadiyê hatin bîranîn
30 nîsan, 2018   18:37

QAMIŞLO

Merasîma bîranînê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo bi beşdariya bi sedan malbatên şehîdan hat lidarxistin. 

Di merasîmê de şervanên YPG/YPJʹê, Hêzên Asayîşê, Hêzên Antî-Teror ên ku di encama topbarana hêzên rêjîma Baas a li ser taxa Zeytûniye ya bajarê de şehîd bûne (di nav de fermandar Çiya Rûs), her wiha şehîdên HPGʹê yên di dem û cihên cûda de şehîd bûne, hatin bîranîn.  

Merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihemed Emîn Hesen axivî, tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û da zanîn ku têkoşeran bi fedekariya xwe dîroka gelê Kurd û gelên herêmê bi tîpên zêrîn dinivîsin. 

Hesen destnîşan kir ku gelên her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê di yek xendeqê de li dijî dagirkeran şer kirin.

Di dawiyê de navên şehîdan hatin xwendin, piştre wêneke Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî malbatên şehîdan hatin kirin.  

(mm)

ANHA