Rêjîma Sûriyê û Rûsya bi terorîstan re li hev kirin

Rêjîma Sûriyê û Rûsya bi çeteyên El-Nusra re li hev kirin da ku wan ji kampa El-Yermûk derxînin û ber bi bakurê Sûriyê ve bişînin. Cebhet El-Nusra (şaxê El-Qaîda li Misre, Îraq, Sûriyê, Lubnan û Filistîn) jî li beramberî wan kesan li bajarokên El-Feo û Kefreya yên Idlibê di çemberê de ne wan rêkin ber bi herêmên rejîmê ve.

Rêjîma Sûriyê û Rûsya bi terorîstan re li hev kirin
30 nîsan, 2018   11:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêjîma Sûriyê û Rûsya bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra şaxa El-Qaîda li Sûriyê) Ii hevkirin da ku çeteyên li kampa El-Yermûk a başûrê Şamê derxînin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi rêjîma Sûriyê re li hev kirin da ku çeteyan ji kampa El-Yermûk a başûrê Şamê derxînin û ber bi parêzgeha Îdlibê ya bakurê Sûriyê ve bişînin. Her wiha li beramberî vê yekê jî sivîl û çekdarên destek didan rejîma Sûriyê û li bajaroka El-Foa û Kefreya yên dikeve bakurê rojhilatê Idlibê ku di çemberê de mane, derbikevin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê di lihevkirina di navbera çete û rejîmê Sûriyê de divê çeteyên Tehrîr El-Şam 80 sivîlên bajaroka Iştibreq ku di wextê çeteyên Tehrîr El-Şam bajaroka Iştibreq dagirkiribûn ew dîlgirtibûn, serbest berdin.

Her wiha ajansa SANA ya ser bi Rêjîma Sûriyê ve got ku ji bo ku kesên di çemberê de werin derxistin otobîs derbasî bajaroka Kefreya û El-Foa yên gundewarên Idlibê bûne.

Her wiha SANA tekez kir ku duh di navbera Rêjîma Sûriyê û gurûpên terorîst ên ku li kampa El-Yermûk dimînin lihevkirin çêbûye. Di çarçeva lihevkirine de jî terorîst dê ji kampa derbikevin û kesên li bajaroka El-Feo û Kefreya di çemberê de ne li ser du beşan werin derxistin.

(bx)

ANHA