Li pêşiya Komîteya Aborî projeyên girîng hene

Komîteya Aborî ya Tebqayê pîlansazî dane pêşiya xwe ku ciyê mirîşkan ê Ebû Qebîi tamîr bikin.

Li pêşiya Komîteya Aborî projeyên girîng hene
Li pêşiya Komîteya Aborî projeyên girîng hene
Li pêşiya Komîteya Aborî projeyên girîng hene
Li pêşiya Komîteya Aborî projeyên girîng hene
Li pêşiya Komîteya Aborî projeyên girîng hene
Li pêşiya Komîteya Aborî projeyên girîng hene
30 nîsan, 2018   08:28

XANDÎ ELO / TEBQA

Ciyê mirîşkan ji 9 beşan pêktê û her beşek ji du hingaran pêktê. Hejmara giştî ya ciyê mirîşkan 18 hingar in. Ji 18 hingaran 10 hingarên li erdê ne û yê dîtir jî qefesin. Dirêjahiya her hingarekê 100 m û ferehiya wê 10 m ye li her hingarekê derdora 15 hezar mirîşk têne bi cih kirin.

Ji 10 hingarên li erdê 8 hingar ên mirîşkên spî ne û 2 hingar jî yên çîçikên mirîşkên spî ne.

Piştî ku çeteyan herêma Tebqayê dagirkirin ciyê mirîşkan ê Ebû Qebîi hat talankirin, hemû alavên wê û 65 hezar mirîşk ji aliyê çetayan ve hatin dizîn.

Çeteyan ciyê xwedîkirina mirîşkan ji bo xwe veguheztibûn kampeke leşkerî. Li ciyê mirîşkan 22 hezar dar hene û mezinbûna wê 20 donime.

Piştî ku ciyê mirîşkan ê Ebû Qebîi ket destê çeteyên DAIŞ`ê de hîn zêdetir hat rûxandin. Çete 3 hingar bi temamî teqandin.

Komîteya Aborî ya Tebqayê girîngiyeke mezin dide vî cihî û dê ji nûve tamîr bike.

Hevserokê Komîteya Aborî ya Tebqayê Ehmed Silêman ji ajansa me ANHA`ê re anî ziman ku komîteya aborî pîlansazî daniye ku 15 hingarên ku hatine rûxandin ji nûve tamîr bike û destbi xwedîkirina mirîşkan bikin.

Li ser girîngiya ciyê mirîşkan jî Silêman wiha got:‟ Bi riya vekirina ciyê mirîşkan ê Ebû Qebîi dê tevgerkirin li bazara Tebqayê çêbibe û hêk û mirîşk bi hesanî werin peydekirin”.

(np)

ANHA