Rêveberiya Xweser a Efrînê name ji De Mistura û Guterres re şandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê name ji bo Stffan De Mistura û Antonio Guterres re aşand. Di nameyan de daxwaza ji her du aliyan re hate kirin ku komîteyên lêpirînê bişînin Efrînê da tu binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ji nêz ve bişopînin. Rêveberiya Xweser her wiha banga hate kirin ku bi grantiya navdewletî şêniyên Efrînê vegerin warê xwe.

Rêveberiya Xweser a Efrînê name ji De Mistura û Guterres re şandin
30 nîsan, 2018   08:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê du name yek ji bo nûnerên Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Stffan De Mestura û ya din ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şandin. Di maneyan de daxwaz hat kirina ku komîteyên lêpirînê ji bo Efrînê werin şandin da ku kiryarên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ji nêz ve werin şopandin, her wiha bang hate kirin ku guhertina demografiya herêmê were bi sînorkirin.

Di nameyan de ev tişt hatin gotin:

Rêzdar nûnerên Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Stffan De Mestura

Rêzdar Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres

Silav:

- Hovîtiya Artêşa Tirk li dijî welatiyan didome û binpêkirinên wê yên yasayên navdewletî jî didome. Ji ber hovîtiya bi hezaran sivîl koçî herêmên derdora Efrînê hatin kirin û herê ji niştecihên wê hatin valakirin.

-Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji valahiya bajarê Efrînê qezenc dike da ku guhertineke demografîk çêbike, Li ser vê yekê malbatên çeteyan anîn û li Efrînê bi cih kirin, bi daxwaza Tirkiyê milîstên terorîstan li gundên Ekbis û Mosakayê hatin bicihkirin.

- Gava ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatiye avêtin ku milîstên terorîst yê girêdayî  xwe li Efrînê bi cih dikin pir bi xetere.

- Li Efrînê guhertineke demogragfîk ber bi çav çêdibe. 50 malbatên ji Xûtaya Rojhilat li navîeya Cindirês a rojavayê Efrînê hatin bi cihkirin. Her wiha dagirkeriya Tirkiyê bi hevakariya komên terorîst piştî çend hewlanên koçberkirina sivîlan ku bi ser nektin, di dîroka 12‘ê Nîsana 2018‘an de gundê Berava yê navçeya Şera ji niştecihên wê yên resen vala kirin. niştecihên gundê Ceman ji gund derxistin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê nehêlin ku bi dehan malbat derbasî gund bibin.

- Dagirketiya Tirkiyê, malbatên çeteyan li taxên Mehmûdiyê û Vêlat yê bajêr bi cih kirin. Deriyên mala dişkînin û mal û milkên wan desteser dikin. Hezar û 148 çete û malbatên wan ji Qelemona Rojhilat a nêzî paytexa Sûriyê Şamê hatin derxistin û li Efrînê hatin bi cihkirin.

- Beşa duyemîn ji çeteyan û malbatên wan, ji bajarokên "Ceyrûd, El-Etena, El-Nasiriya û El-Rehîba" ber bi bakurê Sûriyê ve ketin rê. Beşa duyemîn ji 30 otobusan ku kêmanî hezar û 200 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Hereket Ehrar El-Şam El-Islamiya lê siwar bûn, pêk tê.

- Artêşa Tirk a dagirker piştî îtîfaqan bi Rûsya û rêjîma Sûriyê re, ji 18‘ê Çileyê ve bi sedan malbatên çeteyan yên ku ji gundewarên Şemê hatin derixistin li navçeyên Efrînê bi cih kirin.

- Li aliyekî din jî û li gel polîtîkeyên guhertina demografî, milîsên terorîst ên girêdayî Tirkiyê, nehêlin ku şêniyên Efrînê vegerin warêxwe. Di demeke ku şêniyên Efrînê di şert û mercên zehmet de jiyan dikin, kesên xerîb li malên wan hetin bi cihkirin. Guhertina demografî li eşkere, li pêşberî her kesî pêk tê, lê tu kes dengê xwe nake.

Birêz De Mistrua:

-Guheretina demografî ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve pêk tê, mijareke pir bi xetere, ji ber ku dagirkeriya Tirkiyê nirxên civakî xirab dike.

- Guhertina demografî mozayîna pirreng a civaka herêmê xirab dike.

- Êrîş li ser gelê Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê êrîşeke berberî bû, hemû zagonên navdewletî binpê dike. Çetkên ku hatin bi karanîn, di nav de balafkir, nîşan dide ku gelê Sûriyê bûye qûrbaniyê îtîfaqên di navbera dewletan de. Hebûna Tirkiyê îro li Efrînê xeteriyeke mezin li ser Sûriyê û cîhanê ye û aloziya kurtir dike, her wiha terorê ji nû ve zindî dike.

- Hovîtiya artêşa Tirk a dagirker gihaşte asteke jor, malbatên çeteyan ên ku di êrîşên li ser Efrînê de beşdar bûn, li herîmê hatin bi cihkirin. Her wiha ji hermên Etma, Ezaz û Kilis a li Tirkiyê, malbatên Tirkumenê ên Îraq li gundên Şiyê "Şêx Hedîd" û Cindirêsê bi cih kirin.

- Li Gel van jî dewleta Tikr polîtîkeiyên tirkirinê li Efrînê pêk tîne. Navên dever û saziyan diguhere, ev jî nîşan dide Tirkiyê dixwaze serdema hikumê Osamanî vegerîne û azarên di wê demên de hatin jiyankirin dûbare bike.

- Armanca Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ya dagirkirina Efrînê qirkirina gelê Sûriyê bi giştî û kurd bi taybet, û derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de. Faşîzmaya Tirkiyê aloziya Tirkiyê kurtir dike û li ser hesabê jiyana gel peymana çêdike.

-Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê bi rola we ya di xebatê de wekî nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê bawer in, em dixwazin ku sînorek ji kiryarên dagirkeran û guhertina demografî ku aloziya Sûriyê û Efrînê kurttir dike were dayîn. Her wiha em bang dikin ku şêniyên Efrînê bi ewle vegerin warê xwe û terorîst û dewleta Tirk bi grantiya navdewletî ji herêmê werin derxistin, her wiha divê hêzeke sêyemîn hebe, da ku ji bo peydakirina ewlekariyê û vegera welatiyan bixebe. Her wiha em daxwaz dikin ku komîteyeke ji bo lêpirîsnê bişînin Efrînê da ku kiryarên dewleta Tirk ji nêz ve bişopîne

Silav û Rêz"

Hêjaye; ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê du jî name ji bo Yekîtiya Ewrupa û Komkara Ereban re şandin.

(bb)

ANHA