Rêveberiya Çandiniyê dê deynên îsal bihêlin saleke din

Rêveberiya Çandiniyê diyar kir ku ew dê deynê îsal bihêlin saleke din, pêwîstiyên salek din dê li gor şert û mercên wê demê nîqaş bikin. Cotkaran jî got ku taloqkirina deynan başe, lê salek din tov nedin wan ew nikarin erdê xwe biçînin.

Rêveberiya Çandiniyê dê deynên îsal bihêlin saleke din
30 nîsan, 2018   07:27

BÊRÎTAN MEDÛSA / QAMIŞLO

Îsal li tevahî Sûriyeyê û Bakûrê Sûriye yê baran kêm hat. Bi taybet jî li herêma Cizîrê barana kêm bandorek mezin li çandinî, sewalvaniyê û bîrên avê kir. Herêma ku herî zêde ji vê rewşê bandor bû herêma Qamişlo bû. Qamişlo ji du navçeyan, Rojhilat û Rojava (Şerqî û Xerbî), du şaredariyan Girbawî û Tenûrî pêk tê û du xetên gundan ên girêdayî Girbawî hene İniz û Girsor pêk tê. Li van herêman heta niha 650 projeyên çandiniyê bi Odeya Çandiniyê ya Bajarê Qamişlo re hatine qeydkirin. Di encama van projeyan de 105500 donim erd hat çandin. Ji vana ji sedî 75 avî û ji sedî 25 bejî ye. Li van zeviyan bi piranî genim û ceh tê çandin.

Zeviyên bejî bi giştî genim û ceh şewitî, yên avî jî genim û cehê çêbûyî ji ber nexweşiyan baş çênebû. Ji ber sermahiya erdê îsal negihişt bin pileya 0’de nexweşiyên nava erdê nemirin.

Ji ber van sedeman cotkaran zirarek mezin dît. Ji ber zirara cotkaran, Rêveberiya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê biryar da ku tovê bi deyn dayî cotkaran îsal pereyê wî negire, heta ji bo salek din. Cotkar bi vê biryarê keyfxweş in, lê ji ber zirara zêde hîn zêdetir alîkarî ji rêveberiyê dixwazin. Di heman demê de ji ber îhtimala bêavitiya salek din tedbîran dixwazin.

‘Me deynê îsal hişt salek din’

Hevserokê Odeya Rêveberiya Giştî yê Herêma Cizîrê ya Çandinî û Sewaldariyê Ehemd Silêman diyar kir ku wan di vê sala bêavî de li Hesekê bendavên avê vekirin. Li Hekemiyê sîstema Senterfiş danî ser avê û di aliyê mazotê de alîkarî da zeviyên bejî. Ehmed Silêman alîkariya bi zeviyên bejî re jî wiha anî ziman, “Me ji bo mewsimê 2017- 2018 cotkarên tov ji me deyn girtîn, deyn hêla ji bo mewsimê 2018- 2019’an. Eger salek din jî rewşek bêavî were jiyankirin em ê wê demê li gor şert û mercan nîqaş ji bo çareserî û alîkariya bi cotkaran re bikin.”

‘Tov nedin em salek din nikarin biçînin’

Cotkarê bi navê Mihemed Elûş ku zeviya wî li Tenûriyê ye destnîşan kir ku wan tov ji Rêveberiya Çandiniyê girt û wiha axivî, “Îsal berhem tuneye. Îsal Rêveberiya Çandinî kêmahî nexist karê me û deynê me hiştin salek din. Lê eger sala bê tov nedin me û alîkarî bi me re nekin em ê nekarin salek din erdê xwe biçînin. Yan jî em ê dewrê hinek din bikin.”Mihemed Elûş wiha qala mexduriya xwe kir, “Em deyndar in. Min 900 hezar pere xist erdê xwe û berhem tune. Em alîkarî dixwazin. Tov jî giran e em ji bo salek din nikarin bikirin.”

 ‘Tov hemû mir, em nikarin bidin sewalan jî’

Cotkarê bi navê Eyd Ibrahîm jî anî ziman ku tovê wan çandî tev mirin û ew nikarin bidin sewalan jî. Eyd Ibrahîm bang li aliyên peywendîdar kir ku bi wan re alîkar bin û gotinên xwe wiha bi dawî kir, “Salek din em nikarin biçînin. Eger neyê çareserkirin dê pirsgirêk mezintir bibe.”

ANHA