Hiqûqnas: Koçberiya bi darê zorê sûcê şer e  

Dagirkeriya Tirk bi destekdayîna herêmî û navneteweyî li Kantona Efrînê siyaseta koçberkirina gel bi darê zorê didomîne.

Hiqûqnas: Koçberiya bi darê zorê sûcê şer e  
30 nîsan, 2018   04:06

LÎNA CANKÊR/QAMIŞLO 

Hiqûqnas dibînin ku dewletên herêmî wekî Rûsya û Îranê di siyasetên guhertina demografiya Kantona Efrînê de destek didin dagirkeriya Tirk. Bêdengiya navneteweyî jî dihêle ku dagirkeriya Tirk van kiryaran bidomîne û hemû zagonên navneteweyî binpê bike.

Koçberkirina bi darê zorê sûcê şer e

Hiqûqnas û Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Ebas Hacî derbarê siyasetên dagirkeriya Tirk ên koçberkirina gelê Efrînê bi darê zorê û guhertina demografiyê de ji ANHAʹyê re axivî. Hacî diyar kir ku koçberkirina bi darê zorê li gorî zagonên navneteweyî sûcê şer e û wiha domand, ʺDi her çar civînên Cinêvê de jî koçberiya bi darê zorê binpêkirina zagonên navneteweyî ye û wekî sûcê şer tê destnîşankirin. Dagirkeriya Tirk jî li Efrînê gel bi darê zorê ji warên wan dide koçkirin û sûcê şer pêk tîne. Li gorî zagonên naveteweyî divê hesab jê were xwestin.ʺ

Hacî diyar kir ku piştî ku gel ji malên xwe dan koçkirin, destûr nade ku vegerin malên xwe. Hacî wiha axivî, ʺDi heman demê de hevpeyman di navbera rêjîma Sûrî û komên çete çêbû, ku komên çete herêmên Şamê vala bikin û berê xwe bidin Bakurê Sûriyê. Li hember vê yekê jî civaka navneteweyî bêdeng e.ʺ

Hacî anî ziman ku li gorî çavkaniyên pê bawer ji bajarê Efrînê, 3 hezar û 200 malbatên çeteyên ku li herêmên Qelemonê ʺRehîba, Cîrod û Nasiriyeʺ bûn, li bajarê Efrînê hatin bicihkirin. Hezar û 700 malbat jî li herêma Cindirêsê hatin bicihkirin. Dagirkeriya Tirk bi vê yekê siyaseta guhertina demografiyê dide meşandin û prensîbên bingehîn ên mafên mirovan binpê dike.ʺ

Parastina sivîlan berpirsyariyeke navneteweyî ye

Hacî diyar kir ku dewletên herêmî wekî Rûsya û Îranê destek didin siyaseta dagirkeriya Tirk a guhertina demografiyê û destnîşan kir ku Rûsya û Îran li hember sûcên şer ên ku dagirkeriya Tirk pêk tîne berpirsyar in.

Hacî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku bêdengiya navneteweyî (NY û Rêxistinên Mafên Mirovan) dihêle ku dagirkeriya Tirk ku siyasetên xwe bidomîne û zagonên navneteweyî binpê bike.

Hacî bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku li hember siyasetên guhertina demografiyê û sûcê şer ê ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne, bi erkên xwe rabin. 

(mm)

ANHA