Yekîtiya Lîberal: Divê civaka navneteweyî komîteyên şopadinê bişîne Efrînê

Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku komîteyên şopandinê bişîne herêma Efrînê da kiryarên dagirkeriya Tirk  ên li dijî gelê Efrînê bibînin.  

Yekîtiya Lîberal: Divê civaka navneteweyî komîteyên şopadinê bişîne Efrînê
29 nîsan, 2018   17:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya siyasî ya Yekîtiya Lîberal derbarê siyasetên dewleta Tirk ên li herêma Bakurê Sûriyê de, daxuyaniyek da raya giştî. 

ʺDagirkeriya Tirk sala 2014ʹan derbasî axa Bakurê Sûriyê bû, bajarên Cerablus û Babê dagir kirin. Li hember vê yekê tevahî cîhan û dewletên Ereban bêdeng man. Dagirkeriya Tirk dixwaze li herêmê serdema Osmanî vejîn bike, di vê çarçoveyê de dest bi êrîşên li ser Efrînê kirin û piştî berxwedana 58 rojan Efrîn dagir kirin. Lê Efrîn tu carî nakeve. 

Dewleta Tirk a faşîst bi hevpeymana bi Rûsya û rêjîma Baas re komên çete ji tevahî herêmên Sûriyeyê yên ku li beramberî Efrînê dan, anîn û li Efrînê bi cih kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên li Efrînê de toreyên avê û ceryanê, nexweşxane, saziyên giştî û cihên şûnwarî  hedef girtin. Her wiha jin, zarok û kal kuştin, gel bi darê zorê ji warê wan dan koçkirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin. 

Wek Yekîtiya Lîberal, em van kiryarên dagirkeriya Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku komîteyên şopandinê bişînin Efrînê da kiryarên dagirkeriya Tirk bibînin.ʺ

(mm)