QSDʹê 4 gundên Dêrazorê ji destê rêjîma Baas derxistin

Berdevkê Fermî yê QSDʹê Kîno Gabriyel da zanîn ku hêzên wan li gundewarên Dêrazorê 4 gundên ku hêzên rêjîma Baas desteser kiribûn vegerandin.

QSDʹê 4 gundên Dêrazorê ji destê rêjîma Baas derxistin
29 nîsan, 2018   16:42

NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Fermî yê QSDʹê Kîno Gabriyel derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û wiha got,

ʺHêzên rêjîma Baas êrîşî noqteyên hêzên me yên li gundewarên Dêrazorê kirin da Pêngava Bagera Cizîrê û şerê li dijî terorê asteng bikin. Hêzên me bersiva êrîşê dan. 

Piştî êrîşê hêzên rêjîmê ragihandin ku wan li gundewarên Dêrazorê 4 gund desteser kirine. Hêzên me noqteyên hêzên rêjîmê li herêmê hedef girtin û her çar gund vegerandin.ʺ 

Di dema ku hêzên QSDʹê amadekariya domandina Pêngava Bagera Cizîrê dikin, artêşa rêjîma Sûriyê noqteyên QSDʹê li gundewarên Dêrazorê hedef girtin da şerê li dijî terorê ateng bikin. Di vê çarçoveyê de hêzên rêjîmê şevê din û îro di saetên nîvro de noqteyên QSDʹê hedef girtin, hewl dan ber bi herêmên rizgarkirî ve pêşve werin û derbasî 4 gundên rizgarî bûn. Hêzên QSDʹê bersiva êrîşa hêzên rêjîmê da û îro her çar gund ji destê rêjîmê destxistin. 

(mm)

ANHA