Du welatî bi guleya leşkerên Tirk birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker gule avêtin welatiyên ku li erdê xwe yê çandiniyê dixebitîn, di encamê de du welatî birîndar bûn.

Du welatî bi guleya leşkerên Tirk birîndar bûn
29 nîsan, 2018   18:20

GIRÊ SPÎ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker şêniyên navçeya Silûkê ya girîdayî Kantona Girê Spî dema ku li nava erdên xwe yên çandiniyê dixebitîn, hedef girtin.  

Di encamê de jina temen mezin a bi navê Dendî Reşo Muslim û welatiyê bi navê Xelûf Mihemed Îsa birîndar bûn. 

Şêniyên herêmê birîndar rakirin nexwexaneya Girê Spî. Li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa birîndaran başe. 

(mm)

ANHA