Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Girê Spî merasîmeke xiyabî ji bo şervana YPJʹê Yemama Ocan (Berçem Girê Spî) ku 3ʹyê Adarê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, li dar xist.

Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin
Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin
Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin
Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin
Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin
Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin
Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin
Merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berçem hat lidarxistin
29 nîsan, 2018   14:16

GIRÊ SPÎ

Di merasîma xiyabî ya li Mala Gel a bajarê Girê Spî hat lidarxistin de, bi sedan şêniyên Girê Spî, şervanên YPG/YPJʹê û endamên saziyên sivîl amade bûn. 

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê YPGʹê Hemze Girê Spî, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan El-Ebid, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Ibrahîm û Endama Rêveberiya Kongreya Star Mihabad Derwîş axivîn. 

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û bal kişandin ser fedekariya cangoriyên azadiyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê. 

Di dawiya axaftinan de soza şopandina riya şehîdsan û pêkanîna armancên wan hat dayîn.   

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. 

(mm)

ANHA