Artêşa Tirk êrîşî gundekî Kobanê kir

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Mizirdawûdê yê rohilatê bajarê Kobanê gulebaran kirin. Şêniyên gund jî şahî li dar xistibûn.

Artêşa Tirk êrîşî gundekî Kobanê kir
28 nîsan, 2018   18:45

KOBANÊ  

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker îro saet di 21.00ʹan de bi çekên doçkayê êrîşî gundê Mizirdawûdê yê 3 km dikeve rojhilatê bajarê Kobanê kirin.  

Derbarê detayên bûyerê de şêniyên ragihandin ku dema ew li şahiyê bûn welatiyekî ji kêfxweşî gule ber bi asîman ve avêtin. Her wiha diyar kirin ku artêşa Tirk bi vê hincetê êrîşî gund kir û gel tirsand.

Şervanên YPG/YPJʹê bersiva êrîşê dan û di encamê de şer derket, 40 deqeyan dom kir. 

Şêniyên gund diyar kirin ku di encamê de êrîşê de tu ziyan rû neda. 

(mm)

ANHA