Merasîmeke xiyabî ji bo du şervanên YPGʹê hat lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Sarûxan merasîmeke xiyabî ji bo du şervanên YPGʹê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne li dar xist. 

Merasîmeke xiyabî ji bo du şervanên YPGʹê hat lidarxistin
28 nîsan, 2018   17:12

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û nûnerên Rêveberiya Xweser berê xwe dan goristanê û beşdarî merasîma xiyabî ya herdû şervanên YPGʹê Kawa Kûsa (Rênas Hesekê) ku 10ʹê Adarê li gundê Kefer Sefrê yê herêma Cindirêsê şehîd bûye û Yûsif Elî (Mezlûm Qamişlo) ku 4ʹê Adarê li herêma Racoyê şehîd bûye, bûn. 

 Merasîm bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk di pêvajoya duyem de didome. Gulo wiha got, ʺGelê qebûl dikin ku di konan de bijîn, lê bêrûmetiyê qebûl nakin. Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin û soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bibin.ʺ

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Fedekar Qamişlo jî destnîşan kir ku li herêma Rojhilata Navîn şerê hebûn û nebûnê ye. Fedekar wiha axivî, ʺSîstemên dîktator hewl didin serweriya xwe li ser gel ferz bikin û kesên ku vê yekê qebûl nakin siyaseta qirkirinê li dijî wan didin meşandin. Projeya neteweya demokratîk ku li ser fikirê Rêbertiyê hatiye hunandin, hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê xurtir kir.ʺ  

Apê şehîd Rênas Hesekê, Ebdulkerîm Kûsa jî axivî û diyar kir ku Erdogan û hemû dijminên Kurdan baş dizanin ku gelê Kurd amade ye heta hinasên dawî parastina gel û welatê xwe bike. Ebdulkerîm soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da. 

Apê şehîd Mezlûm jî helbestek li ser şehîdan û berxwedana Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. 

Di dawiyê de nasnameyên herdû têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin.   

(mm)

ANHA