Toreyên avê yên bajarê Reqayê têne sererastkirin

Werşeyên sererastkirinê yên girêdayî Meclîsa Şaredariya Gel a bajarê Reqayê xebatên sererastkirina toreyên avê bi lezgînî didomînin. 

Toreyên avê yên bajarê Reqayê têne sererastkirin
28 nîsan, 2018   15:09

REQA

Werşeyê gelek toreyên avê li taxên Deriye, Meşleb û dibistana Umer Bin Xetab sererast kirin. Her wiha xebatên xwe li taxa Nehda didomîne. 

Derbarê mijarê de midûrê Gerînendeya Avê endezyar Casim Xelef ji ANHAʹyê re axivî û da zanîn ku ew toreyên avê yên ku di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞʹê de ziyan dîtine, sererast dikin da av bigihêje tevahî malan.

Şêniyên taxa Nehdayê spasiya Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin ku toreyên avê li taxa wan sererast kirin. 

(mm)

ANHA