Gel naxwaze vegere herêmên ku rêjîma Baas stendine

Hêzên rêjîma Baas bajarê Meyadîn a girêdayî parêzgeha Dêrazorê ji DAIŞʹê stend, lê gelê vê herêmê ji ber kiryarên rêjîmê û bombebarana balafirên Rûsî naxwazin vegerin malên xwe û herêmên QSDʹê bêtir bi ewle dibînin.

Gel naxwaze vegere herêmên ku rêjîma Baas stendine
28 nîsan, 2018   05:43

TEBQA 

Hêzên rêjîma Baas çekên kîmawî bi kar tîne, sivîlan di komkujiyan re derbas dike, gel bi darê zorê ji warên wan dide koçkirin û demografiya herêmê dide guhertin. Ev kiryarên hovane ji aliyê dewleta Tirk ve jî têne pêk tên. Ji ber van sedeman welatiyên herêmên di destê rêjîma Baas û çeteyên dewleta Tirk de, nikarin vegerin malên xwe.  Welatiyên koçber xwestin li herêmên QSDʹê bimînin ji ber ku jiyana wan bi ewle bû. 

Welatiya bi navê (F.D) ji bajarê Meyadîn ê dikeve gundewarên rojhilatê Dêrazorê koç kiriye. Hêzên rêjîma Baas ev bajar ji DAIŞʹê stendin. (F.D) wiha got, ʺJi ber kiryarên artêşa rêjîma Baas û bombebarana balafirên Rûsî me gelek êş û jan dît. Ji ber bombebaranê keça min a 24 salî jiyana xwe ji dest da.ʺ

 (F.D) diyar kir ku ji ber êrîşên li ser herêmê û cenazeyên li her derê belav bûyî nikarîbûn jiyana xwe li Meyadîn bidomînin, ji ber vê yekê berê xwe dan herêmên ji aliyê QSDʹê ve hatî rizgarkirin. Piştre jî li Tebqayê bi cih bûn. 

(F.D) di dawiya axaftina xwe de wiha got, ʺLi Tebqayê ya ku QSDʹê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kir, jiyana me bi ewle bû.ʺ 

(mm)

ANHA