Welatiyên Efrînê:  Em meclîsa xayînan nas nakin

Şêniyên Kantona Efrînê yên li Kantona Şehbayê dimînin dane zanîn ku meclîsa xayînan a ku dagirkeriya Tirk ava kiriye nûnertiya gelê Efrînê nake.

Welatiyên Efrînê:  Em meclîsa xayînan nas nakin
28 nîsan, 2018   05:23

HENAN MIHEMED-SÎMAV XELÎL / ŞEHBA

Derbarê meclîsên ku dagirkeriya Tirk li Kantona Efrînê ava kirine, şêniyên Kantona Efrînê yên li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê dimînin nêrînên xwe bi ANHAʹyê re parve kirin.   

Welatiyê bi navê Hemîd Hesen ê ji gundê Coqê yê Kantona Efrînê da zanîn ku ew ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku warên xwe terk bikin û wiha got, ʺTevahî dewlet û rêxistinên hiqûqî û mirovî rewşa Efrînê ji nedîtî ve hatin. Em meclîsa xayînan a ku dagirkeriya Tirk ava kiriye, tu carî qebûl nakin.ʺ

Welatiya bi navê Nezîra Qasim a ji gundê Ibêdan ê girêdayî navçeya Bilbilê jî diyar kir ku ew meclîsa ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye avakirin nas nakin û wiha axivî, ʺHin kesên di nav ENKSʹê de di êrîşên li ser Kantona Efrînê de destek da dagirkeriya Tirk . Em meclîsa xayînan qebûl nakin.ʺ

Welatiyê bi navê Şeban Ehmed ê ji bajarê Efrînê jî destnîşan kir ku Kantona Efrînê herêmeke pireng e û gelek pêkhateyan digire nav xwe. Ehmed wiha pê de çû: ʺMe axa Sûriyeyê ji terorê rizgar kir. Ew kesên xayînên di êrîşên li ser Efrînê de destek da dagirkeriya Tirk.ʺ

(mm)

ANHA