Li Tebqayê amadekariya çinîna genim û ceh tê kirin

Kotkar û xwediyên patosan ên herêma Tebqayê amadekariya çinîna berhemên genim û ceh dikin. Lê metirî heye ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, îsal berhem kêm be.

Li Tebqayê amadekariya çinîna genim û ceh tê kirin
Li Tebqayê amadekariya çinîna genim û ceh tê kirin
Li Tebqayê amadekariya çinîna genim û ceh tê kirin
28 nîsan, 2018   06:53

ESMEHAN UMER / TEBQA

Piraniya şêniyên bajarê Tebqayê bi çandiniya genim û ceh debara jiyana xwe dikin. Di vê demê de cotkar û xwediyên patosan amadekariya çinîna berhemên genim û ceh dikin. 

Li aliyekî patos têne sererastkirin, ji aliyekî din ve jî torbeyên genim û ceh têne kirîn. 

Welatiyê bi navê Eyhem Ferec ji herêma Cerniye ya dikeve bakur rojavayê Tebqayê ye. Eyhem patosa wî heye ku û salane berhemên genim û ceh diçine. 

Welatî amadekariya çinîna berhemên xwe dikin, lê metirsî heye ku ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û barana kêm, berhema îsal ne baş be. 

(mm)

ANHA