ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2018
28 nîsan, 2018   04:00

*Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê dê were şopandin.

*Hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên du şervanên YPGʹê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin. Saet 17.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Helebê derbarê avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê de nêrînên xwe anîn ziman û dane zanîn ku armancên partiyê xizmeta tevahî gelê Sûriyeyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hêzên rêjîma Baas bajarê Meyadîn a girêdayî parêzgeha Dêrazorê ji DAIŞʹê stend, lê gelê vê herêmê ji ber kiryarên rêjîmê û bombebarana balafirên Rûsî naxwazin vegerin malên xwe û herêmên QSDʹê bêtir bi ewle dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Efrînê yên li Kantona Şehbayê dimînin dane zanîn ku meclîsa xayînan a ku dagirkeriya Tirk ava kiriye nûnertiya gelê Efrînê nake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Welatiyên bajarê Kobanê ji ber cûdabûna buhayên madeyan bi gazinin û banga çareseriyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kotkar û xwediyên patosan ên herêma Tebqayê amadekariya çinîna berhemên genim û ceh dikin. Lê metirî heye ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, îsal berhem kêm be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Zarokên astengdar ên Efrînê ku tevî malbatên li Kantona Şehbayê bi cih dibin rewşeke dijwar dijîn û jiyana wan di xetereyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kamera ANHAʹyê jiyan û berxwedana gelê Efrînê yê li kampên Şehbayê şopand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi armanca peydakirina pêdiviyên gelê Efrînê yê li kampa Serdemê dimîne, Rêveberiya Xweseriya Dmeokratîk a Kantona Efrînê li kampê bazarek vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA