Bakurê Sûriyê ji Yekîtiya Ewropa, NY û Komîseriya Penaberan nameyek rêkir

Hêzên siyasî, çandî û rûspiyên êlan li Bakurê Sûriyê derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê nameyek ji Perlemantoya Yekîtiya Ewropa, NY û Komîseriya Bilind a Penaber rêkir.

Bakurê Sûriyê ji Yekîtiya Ewropa, NY û Komîseriya Penaberan nameyek rêkir
Bakurê Sûriyê ji Yekîtiya Ewropa, NY û Komîseriya Penaberan nameyek rêkir
Bakurê Sûriyê ji Yekîtiya Ewropa, NY û Komîseriya Penaberan nameyek rêkir
Bakurê Sûriyê ji Yekîtiya Ewropa, NY û Komîseriya Penaberan nameyek rêkir
Bakurê Sûriyê ji Yekîtiya Ewropa, NY û Komîseriya Penaberan nameyek rêkir
27 nîsan, 2018   09:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Di destpêka nameyê de ev tişt hate gotin,ʺJi bo Perlemantoya Yekîtiya Ewropa, rêzdar Sekertêtê Giştî yê NY Antonio Guterres û rêzdarên di Komîseriya Bilind a Penaberan, silav ji bo we.ʺ

Di nameyê de hat gotin ku bi armanca parçvekirina axa Sûriyê, têkbirina projeya çareserkiriya demokratîk a ji bo aloziya Sûriyê û pêkanîna pîlanên Osmaniya dagirker, dewleta Tirk bi hevkariya komên terorîst di 20`ê Çil de êrîşî kantona Efrînê kirin.

Di berdewamiya nameyê de, hate destnîşankirin ku di encama van êrîşan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Hêzên siyasî, çandî  û rûsipiyên êlan li Bakurê Sûriyê di nameya xwe de ev bang li Perlemantoya Yekîtiya Ewropa, NY û Komîseriya Bilind a Penaber kir,ʺEm bang dikin ku alîkariyê bidin da ku kampên gelê Efrînê yên li herêma Şehbayê bikin bin sîwana  rêxistinên mirovahî. Di heman demê de, ji bo vegera gelê Efrînê li ser axa xwe parastina wan misoger bikin û bila di bin sîwana hêzên parastina aştiyê bin. Herwiha komîteyên lêkolînê rêbikin Efrînê da ku kiryarên dewleta Tirk wekî guhartina demografiya herêmê û qirkirinê belge bikin.

(kc)