Cara yekemîn Lubnaniyên ji derve dengê xwe didin

Di dîroka Lubnanê de ev cara yekemîn ku welatiyên Lubnanê yên derve dijîn, dengê xwe  ji bo hilbijartinan bikar tînin.

Cara yekemîn Lubnaniyên ji derve dengê xwe didin
27 nîsan, 2018   09:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja înê li hemû dewletên Rojhilata Navîn dengdayîne dest pê kir. 12611 welatiyên Lubnanê yên derve navê xwe ji bo hilbijartinan qeyd kirin. Hefteyekê berî ku hilbijartin li Lubnanê destpê bikin, dê 70289 welatiyên Lubnanê yên li giştî cîhanê dengê xwe ji bo hilbijartinên Lubnanê bidin bikaranîn.

82900 welatî li 39 dewletan navê xwe qeyd kirin da ku dengê xwe di hilbijartinan de bikarbînin. Zêdetirî milyonekî jî bûne welatiyên Lubnanê û sê çareyek ji wan dikarin tevlî hilbijartinan bibin.

Li gorî lêkolîneran jî di navbera 8-12 milyon Lubnanî ji derve dijîn lê bele gelek ji wan ji ber belgeyên wan ên fermî nînin ew ê nikarbin dengê xwe bidin bikaranîn.

Berpirsê Karûbarên Hilbijartinan Seîd Senadîqî anî ziman ku tevlîbûna welatiyên Lubnanî yên derve dijîn sembolîke û niha 3,7 milyon kes ji bo hilbijartinên 6`ê gulanê amade ne.

Wezîrê Derve yê Lubnanê jî Cibran Basîl ji rojnamevanan re got:‟ Welatiyên Lubnanê yên ku ji derve tevlî hilbijartinan dibin, bila zanibin ku di biryara siyasî de ew jî xwedî rolin”.

Li gorî Wezareta Derve ya Lubnanê welatiyên Lubnanê yên derve dijîn dikarin li 116 navendên dîplomasî yên Lubnanê ku li hemû dewletên cîhanê hene, dengê xwe bidin bikaranîn.

Dîplomasiyên Lubnanî û karmend dê hilbijartinan kontrol bikin û dengan rêkin Beyrûtê.

Hilbijartinên Lubnanê dê 6`ê gulanê dest pê bikin.

(np)