Tirkiyê bi dare zorê nasname dide elewiyên Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker nasnameyan dide elewiyên Efrîne û dixwaze wan ji bo hilbijartinên 24`ê hezîranê bide bikaranîn.

Tirkiyê bi dare zorê nasname dide elewiyên Efrînê
27 nîsan, 2018   09:19

SÎMAV XELÎL/EFRÎN

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrîne berdewam dikin. Zextê li gelê Efrîne dike, demografiya herêmê dide guhertin û destdirêjî nasname û çanda wan dike. Elewî Efrîne jî rastî polîtîka inkar û imhayê ya dewleta Tirk a dagirker tên.

Di vê çarçevê de çavkaniyên herêmî ji Efrîne agahî dan ku dewleta Tirk a dagirker ji bo elewiyên Efrîne bidin bikaranîn nasnameyên tirkî didin wan.

Heman çavkaniyê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê nasname dane şêniyên gundê Kokanê yê navçeya Mabata ya Efrîne.

Her wiha çavkaniyan anîn ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji wan re gotine ku ew bûne tirk û dê tevlî hilbijartinan bibin dengê xwe bidin Erdogan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bendê kontrolê yê gundê Tirinde yê Efrîne revandibûn û li gundê Silûr ê navçeya Cindirêsê jî destdirêjî jinekê kiribûn.

(np)

ANHA