Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin

Heyva Sor a Kurd madeyên xwarinê û pêwîstiyên zarokan ku ji aliyê Civaka Êzidî ya Elmaniya bi rêya Rêxistina LIBERALE ya Elmanî hatibû şandin, li civaka Êzidî û pêkhateyên din ên Efrînê ku li Şehbayê dimînin belav kir.

Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
Alîkariya ku Civaka Êzidî ya Elmaniya şandibû li gelê Efrînê hate belavkirin
27 nîsan, 2018   08:11

HENAN MIHEMED / ŞEHBA

Alîkariya ku hatiye belavkirin ji madeyên xwarinê, şîrê zarokan û pêwîstiyên din ên zarokan pêk dihat.

Derbarê mijarê de, welatiyê bi navê Reşîd Reşo yê ji gundê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şera axivî û da  zanîn ku ji ber hovîtî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ew neçar man dev ji warê xwe berdin û berê xwe bidin kantona Şehbayê û wiha pê de çû,ʺEm spasiya Heyva Sor a Kurd û Êzîdiyên li Elmaniya dikim ku alîkarî rêkirin ji me rêkir.ʺ

Zeyneb Elî ya ji gundê Balflûnê yê girêdayî navçeya Şera  jî derbarê bêdengbûna navneteweyî li ser kiryarên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin nerazîbûn nîşan da û wiha pê de çû,ʺArtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya DAIŞ`ê dişopînin, komkujiyan derheqê sivîlên Efrînê de pêk tînin, het tiştî talan dikin, jinan dirivînin û gel û taybet civaka Êzidî qetil dikin.ʺ

Zeyneb spasiya Rêxistina LIBERALE û civaka Êzidî yên li Elmaniya kir.

Berpirsê  Heyva Sor a Kurd li Şehbayê Reşîd spasiya aliyên ku alîkarî şandin ji bo gelê Efrînê kir û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovahî kir ku alîkariya tenduristî û xwarinê bi awayekî lezgin rêbikin ji şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin.

(kc)

ANHA