KCD`ê Cejna Karkeran pîroz kir

KCD`ê Cejna Karkeran li hemû çîna kedkar-karker û gelê Kurd pîroz kir û got,ʺ1’ê Gulanê cejna karkeran, roja ku têkoşîn û daxwazên demokrasî û azadiyê yên hemû kedkar-karkeran bilindtir dibe.ʺ

KCD`ê Cejna Karkeran pîroz kir
27 nîsan, 2018   08:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya nêzikbûna Roja 1`ê Gulanê Cejna Karkeran, peyamek weşand.

Peyama KCD`ê wiha ye:

ʺBeriya her tiştî em 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi ruhê têkoşîna mezin, bawerî û lêgerîna azadiyê li gelê xwe û hemû kedkar û karkeran pîroz dikin û bi dilsozî wan silav dikin.

Em dibînin ku cejna kedkar û karkeran 1’ê Gulana 2018’an wê di nava şert û mercên rewşa awarte de were pîrozkirin û ev jî nîşan dide ku bê gelê me û hemû kedkar û karkerên Kurdistan û Tirkiyeyê nirxeke çiqasî mezin didin vê cejnê û watedar dikin. Xuya ye ku wê pîrozbahiya îsal ji yên salên derbasbûyî mezintir û girîntir be.

Wekî tê zanîn piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, di serî de êrîşî çîna kedkaran û têkoşîna hevpar a beşên civakê kirin. AKP`ê vê yekê ji xwe re wekî firsendekê nirxand û ji bo hemû muxalefeta demokratîk û çîna kedkar têk bibe veguherand darbeya faşîst.

Bi vê armancê, medya, daraz, zanîngeh, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên kedê, sendîka, nivîskar, akademîsyen, kedkar, bawermend û hwd. hemû alî, kes û saziyên li dijberî vê dîktatoriyê derketin bûn hedefa itifaqa AKP-MHP’ê. Ji bo wan bêdeng bikin û tasfiye bikin êrîşên dijwar meşandin.

 Zêdetirî sedhezar kedkarên cemaweriyê û karker, rewşenbîr, akademîsyen, kedkarên çapemeniyê, nivîskar û hwd. bêyî ku biryara darazê hebe ji kar hatin avêtin. Bi vê re xwestin bi birçîbûne civakê terbiye bikin û serê xwe li ber faşîzma AKP-MHP’ê deynin.

Bi dehezaran siyasetmedar, akadmeîsyen, rêveberên rêxistinên saziyên sivîl hatin binçavkirin û girtin. Xwestin siyaseta demokratîk û muxalefetê çavtirsandî bikin û tasfiye bikin.

Bi bêdengkirina medya, çapemeniya rexnegir a muxalîf û demokratîk re sîstema “çapemenî-medya” hawizê ya di xizmeta faşîzma AKP-MHP’ê de ye ava kirin.

Lê belê, em zanin û di wê baweriyê de ne ku wê tu carî gelê me û hemû çîna kedkar ên Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî van pêkanînên faşîzan û rejîma dîktatoriyê dev ji têkoşîna xwe bernede. Faşîzma AKP-MHP’ê wê wekî mînakên li dinyayê hatine jiyîn têk bibin û vê têkoşînê bi azadiyê tacîdar bikin.

1’ê Gulanê cejna karkeran, roja ku têkoşîn û daxwazên demokrasî û azadiyê yên hemû kedkar-karkeran bilindtir dibe.

Bi vê bîr, bawerî û biryardariya têkoşînê re em 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû çîna kedkar-karker û gelê xwe pîroz dikin;

Bang li hemû kedkarên cemaweriyê, karkeran û gelê xwe dikin ku bi ruhê têkoşîna bêhempa, bi vîn û coşeke mezin beşdarî mîtîngên 1’ê Gulanê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bên pîrozkirin bibin.

BIJÎ YEK GULAN!.ʺ

(kc)