Bajaroka Ehres qenciya Efrînê vedigerîne

Şêniyên bajaroka Ehres a Şehbayê pêşwaziya bi dehezaran welatiyên kantona Efrînê kiriye. Şêniyên Ehresê pêdiviyên jiyanî ji Efrîniyan re pêşkêş dikin. Welatiyan diyar kirin ku ew wiha qenciya welatiyên Efrînê ya beriya 2 salan li wan vedigerîn in.

Bajaroka Ehres qenciya Efrînê vedigerîne
Bajaroka Ehres qenciya Efrînê vedigerîne
Bajaroka Ehres qenciya Efrînê vedigerîne
Bajaroka Ehres qenciya Efrînê vedigerîne
Bajaroka Ehres qenciya Efrînê vedigerîne
Bajaroka Ehres qenciya Efrînê vedigerîne
Bajaroka Ehres qenciya Efrînê vedigerîne
27 nîsan, 2018   07:07

CEFER CEFO-ROZANA DADO / ŞEHBA

Piştî şoreşa Sûriyê veguherî aloziyê û şer dest pêkir, komên çekdar ji aliyê opozisyonê û rêjîmê derketin. Li piraniya xaka Sûriyê wêranî bi xwe re anîn.

Bajaroka Ehres a Şehbayê jî para xwe ji wêraniyê dît. Dema komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk bajarok ji destê hêzên rêjîma Sûriyê derxistin, paşê Cebhet El-Nusra dagir kir, piştî wê jî çeteyên DAIŞ bajarok dagirkirin. Van komên navborî wêranî û felekaket anîn serê welatiyên bajarokê ku piraniya wan kurd bûn.

Rewşa şêniyên Ehresê jî wekî rewşa herêmên din ên Sûriyê koçber bûn û berê xwe dan Efrînê. Şêniyên Efrînê pêşwaziya wan bi dilekî fireh kirin û deriyên xwe ji wan re vekirin. Şêniyên Ehresê wê demê digotin ku ew ê qenciya şêniyên Efrînê ji bîrnekin.

Şervanên Efrînê û Kantona Efrînê hemleya rizgarkirina gundên Şehbayê ji çeteyên Artêşa Tirk û DAIŞ'ê dan destpêkirin. Hemle di destpêka sala 2016'an de pêk hat.

Di encamê de bajaroka Ehres û hin gund û bajarokên derdorê di demeke kurt de hate rizgarkirin. Ev yek bû cihê kêfxweşiya mezin a şêniyên Ehresê û gundên wê rê ji wan re vekirin ku vegerin malên xwe.

Piştî dabeşkirina herêmî di çarçoveya amadekariya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de pêk hat, Navçeya Ehres bû navenda gundên Til Qerah, Kefer Nasih, Um Hoş, Herbel, Til Sosîn û Merata El-Mislimiye.

Dem hatiye em qenciya Efrîniyan vegerîn in

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin û welatiyên Efrînê ji bo komkujî pêk neyên malên xwe terik kirin  û berê xwe dan gund û navçeyên Şehbayê bi hezarn li Ehres û gundên wê jî bi cih bûn.

Welatiyên Ehres û gundên wê jî pêşwaziya derdora 40 hezar welatiyên Efrînê kirin.

Wealtiyê bi navê Berxwedana Efrîn’ê ku niha li Ehresê dimînin diyar kirin ku şêniyên Ehresê bi dilgerîmî pêşwaziya wan kirin, destê alîkariyê dirêjî wan kirin û gelek cûreyên alîkariyan ji wan re pêşkêş kirin. Berxwedan spasiya welatiyê Ehresê ku alîkariya wan dikin, kir.

Hevserokê Navçeya Ehresê Hemze Çawîş diyar kir ku navçeya wan rastî êrîşên dijwar hat û bi destê hêzên şoreşger hate rizgarkirin û ev tişt anî ziman: "Bi saya hêzên şoreşger aramî li herêmên pêk hat. Dema em koçber bûn, me berê xwe da Efrînê û wan em bi cih kirin. Niha jî me pêşwaziya derdora 40 hezar welatiyên Efrînê kiriye."

Meclîsa Navçeya Ehresê bi komînên xwe ve alîkariyên jiyanî ji welatiyên Efrînê re pêşkêş kirine, wan di mal û mizgeftan de bi cih kirine. 

(dc)

ANHA