Wezîrê Parastinê yê DYA: Em ji Sûriyeyê venakşin

Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattis destnîşan kir ku wê vê gavê yekîneyên xwe yên li Sûriyeyê venekişînin û got, Fransayê beriya du hefteyan yekîneyên xwe yên taybet şand.

Wezîrê Parastinê yê DYA: Em ji Sûriyeyê venakşin
27 nîsan, 2018   07:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Mattis li rûniştina Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoya DYA axivî û got, "Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ`ê  dewam dike." Mattis diyar kir ku bi wergirtina desteka xurt a ji hêzên herêmê re wê berfirehtir bibe û got, "Em vê gavê ji Sûriyeyê venakişin."

James Mattis da xuyakirin ku heta li Sûriyeyê çete bi temamî bên qedandin wê têbikoşin û ragihand, karên leşkerî yên 'Geliyê Firatê ya Navîn' a welatê wî, wê zêde bibin. Mattis destnîşan kir ku operasyon wê bi giranî li aliyê Iraqê bên kirin.

Mattis diyar kir, Fransa ku dema dawî li Sûriyeyê bi roleke bi bandor radibe, desteka leşkerî daye wan û got, Fransayê di nava du hefteyên dawî de hêzên xwe yên taybet ji bo destekê bidin yekîneyên Amerîkayê şandiye Sûriyeyê.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku roja Sêşemê bi Trump re rûnişt da xuyakirin ku ew tenê destekê didin koalîsyonê.

Tevî ku Serokê DYA Donald Trump diyar kir ku wê 'di demeke kin de ji Sûriyeyê vekişin', Pentagonê gelek caran daxuyaniyên berevajî gotinên Trump da. Wezareta Parastinê diyar kir ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê  wê demeke dirêj dewam bike û ji bo 'tevdîrên li dijî Îranê werin girtin', divê hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê demdirêj be.