Êzîdiyên Tirbespiyê piştgirî dan Êzîdiyên Şengalê

Êzîdiyên navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo beşdarbûna Êzîdiyên Şengalê di hilbijartinên Perlamantoya Iraqê  de derfetek ji bo komkujiyên li dijî Êzîdiyan rawestin pênasekirin û gotin ku wiha wê dengê civaka Êzîdî bighîn in cîhanê.

Êzîdiyên Tirbespiyê piştgirî dan Êzîdiyên Şengalê
27 nîsan, 2018   07:04

RÊNAS REMO-KADAR IBREHÎM / TIRBESPIYÊ

Tê payîn ku hilbijartinên perlemantoya Iraqê  di 12'ê gulanê de were lidarxistin. Di hilbijartinan de 51 namzet ji welatiyên Êzîdî jî beşdarî hilbijartinan dibin. Ji wan nûnerên partiya Azadî û Demokratiyê (PADE) ya Êzîdiyan jî hene.

Êzîdiyên Tirbespiyê piştgiriya xwe ya bi êzîdiyên Iraqê re anîn ziman û diyar kirin ku ketina nûnerên Êzîdiyan di perlemantoya Iraqê  de wê rê li ber komkujiyên nû bigre.

Welatiyê bi navê Silêman Êzîdî derbarê mijarê got ku di dîrokê de civaka Êzîdî rastî gelek komkujî û fermanan hatiye û wiha dom kir: "Tiştên ku li Şengal û Efrînê li ber çavên cîhanê pêk hat, beşekî ya wê dîrokê ye. Mezarên pîroz hatin ruxandin û di bin navê ol de bi hezaran welatiyên êzîdî hatin qetilkirin."

Slêman Êzîdî, bang li hemû civaka Êzîdî kir ku dengê xwe bidin nûnerên ku wê bi rastî jî di perlemantoya Iraqê  de nûnertiya civaka Êzîdî bikin û hêvî kir ku ev hilbijartin bibe ezmûnek ji bo pêşerojek nû.

Welatiyê bi navê Nesîm Şemo jî derbarê mijarê de got ku hejmarek welatiyên Êzîdî beşdarî hilbijartinên Iraqê  bûne û ev tişt anî ziman: "Ev yek asta zanistî û rêxistbûyînê nîşan dide. Rixmî ku hemu namzetên êzîdiyan hemu ne di yek lîsteyê de ne jî em hêvî dikin dema bikevin perlemantoyê de bibin yek dest. Berjewendiyên giştî di ser berjewendiyên partiyan bigirin."

Şemo di dawiya axaftina xwe de jî got ku gihandina êzîdiyan di perlemantoya Iraqê  de wê bibe sedema ku rê li ber komkujiyên wekî ya Şengalê were girtin.

Jina bi navê Bêrîvan Silo jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Civaka Êzîdî rastî gelek komkujiyan hat. Ev ji ber lewaziya wan bû û wiha dom kir: "Ev hilbijartin piştî rizgarkirina Şengalê pêk hatin. Divê ciwan rola xwe di van hilbijartinan de bigirin, da ku karibin dengê civaka Êzîdî bighîn in cîhanê û dawî li komkujiyên li dijî wan pêk hatin, bîn in."

(dc)

ANHA