Mike Pompeo bû Wezîrê Karê Derve yê DYA

Dîrektorê  CIA'yê Mike Pompeo bi erêkirina Senatoya Amerîkayê re, bû Wezîrê nû yê Derve yê DYA'yê.

Mike Pompeo bû Wezîrê Karê Derve yê DYA
26 nîsan, 2018   19:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Senatoya Amerîkayê erê kir ku Dîrektorê  CIA'yê Mike Pompeo yê Serokê DYA'yê Donald Trûmp weke namzet nîşandayî bibe Wezîrê Karê Derve yê DYA'yê.  Zêdetirî 100 senatoran ji bo Mike Pompeo dengê 'erê'  dan.

Piştî erêkirina Senatoyê ji bo Pompeo dest bi karê xwe yê nû bike, tenê sondxwarin pêwîste.

Namzediya Pompeo di dengdana Komîsyona Têkiliyên Derve ya Senatoya DYA'yê de, li hember 9 dengên 'na' bi 11 dengan derbas bûbû. Trûmp, li şûna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, Mike Pompeo wekî namzed nîşan dabû.