Artêşa Tirk jinên Efrînê direvînin û tecawiz dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser benda kontrolê ya gundê Tirindê jineke ciwan revandin û jinek jî li gundê Til Silorê ya herêma Cindirêsê tecawiz kirin. 

Artêşa Tirk jinên Efrînê direvînin û tecawiz dikin
26 nîsan, 2018   15:02

EFRÎN 

Çavkaniyeke herêmî ji Kantona Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jina ciwan a bi navê Zozan Beşîr Silêman 20ʹê Nîsanê li ser benda kontrolê ya gundê Tirindê revandin. 

Malbata Zozan da zanîn ku li ser benda kontrolê du leşkerên Tirk û du çeteyên wan amade bûn. Malbatê diyar kir ku dema çeteyan lêpirsîn bi wan re vekirin, Zozan got ku ew mamosteya sporê ye. Ji ber vê sedemê leşkeran ferman dan ku Zozan bi hinceta ku terorîste were girtin. 

Malbata Zozan ji bo agahiyekê li ser wê nas bike, berê xwe da navenda ewlekariyê ya artêşa Tirk a dagirker li Efrînê. Li wir ji malbatê re gotin ku Zozan ber bi wilayeta Kilîsê ya Tirkiyeyê ve hatiye rêkirin. 

Malbatê diyar kir ku peymangeha sporê xwendiye û tu têkîliya wê bi saziyên Rêveberiya Xweser nîne. 

Malbatê bang li tevahî rêxistinên hiqûqî kir ku keça wan were berdan. 

Her wiha çavkaniyekê ji herêma Cindirêsê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker beriya du rojan jineke Kurd ji gundê Silorê îşkence kirin û tecawiz kirin. Çavkaniyê diyar kir ku sedema vê yekê ew bû ku jina Kurd qebûl nekir ku dagirkeriya Tirk re bixebite. (mm)

ANHA