Desteya Niştîmanî siyaseta guhertina demografiyê şermezar kir

Desteya Niştîmanî ya Erebî siyaseta guhertina demografiyê ya ku dagirkeriya Tirk li Kantona Efrînê dide meşandin şermezar kir û bang li NY kir ku derbarê sûcên dewleta Tirk de lêpirsîn vekin. 

Desteya Niştîmanî siyaseta guhertina demografiyê şermezar kir
26 nîsan, 2018   14:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên gelê Efrînê talan dikin û bi hevpeymana bi Rûsyayê re, malbatên çeteyan ji gundewarên Şamê derbasî Kantona Efrînê dikin. Derbarê vê yekê de Desteya Niştîmanî ya Erebî daxuyaniyek da û ev kiryar şermezar kirin.  

Daxuyanî wiha ye:

ʺArtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hevpeymaneke Tirkî-Rûsî derbasî axa Kantona Efrînê bûn û kiryarên kuştin û talankirinê didomînin. Her wiha agahî ji herêmê hatin wergirtin û ku malbatên çeteyan li herêmên Cindirês, Bilbilê, Şera û gundewarên Efrînê têne bicihkirin. 

Dagirkeriya Tirk li herêmê dest bi siyaseta tirkirinê û guhertina demografiyê kiriye. Her wiha alên dewleta Tirk li ser saziyên Efrînê hildan. 

Wek Desteya Niştîmanî ya Erebî em van kiryarên hovane yên li dijî nirxên mirovahiyê şermezar dikin û bang ku NY û civaka navneteweyî dikin ku kiryarên dagirkeriya Tirk li herêmê rawestînin û komîteyên şopandinê bişînin herêmê da kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê belge bikin.ʺ   

(mm)