Erebîstana Siûdî ji destpêka 2018`an ve 48 kes darve kirin

Hikûmeta Siûdî ji destpêka sala 2018`an de heta niha 48 kes nîvê wan bi tuhmeta madeyên hişbiriyê darve kirin.

Erebîstana Siûdî ji destpêka 2018`an ve 48 kes darve kirin
26 nîsan, 2018   08:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Humen Right Watch Hikûmeta Erebistana Siûdî ji destpêka sala 2018`an heta niha 48 kes darve kirin. Her wiha rêxistinê got ku heta niha jî gelek kes bi îdaya madeyên hişbiriyê di lîsteya darvekirinê de ne.

Li gorî Humen Right Watch diyar kir Erebistana Siûdî ji destpêka sala 2014`an derdora 600 kesî di nav de zêdetirî 200 kesî  bi dozên madeyên hişbiriyê darve kirine.

Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman di meha derbasbûyî ji kovara Time re axivî û diyar kir ku dibe ku guhertin di zagonên Siûdiyê de di hindek aliyan çê bibin û li şûna darvekirinê wê ceza girtina heta hetayê bikar bînin.

(bx)