Efrîniyên li Şehbayê dimînin bersiva meclîsa xayîn û dagirkeran dan

"Madem xayîn li Efrînê ne, em venagerin û heger em vegerin jî em ê bi vîna xwe vegerinʺ şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin bi van axaftinan nêrînên xwe derbarî meclîsa  ku ji aliyê deweta Tirk a dagirker û hindek kesayet û partiyên di nava ENKS`ê de hatiye avakirin, anîn ziman.

Efrîniyên li Şehbayê dimînin bersiva meclîsa xayîn û dagirkeran dan
26 nîsan, 2018   08:00

MIHEMED EBDO – EHMED REŞÎD / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê nerazîbûna xwe derbarî kiriyarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê nîşan dan û gotin ku heta ku herêma wan ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neyê rizgarkirin ew tu carî venagerin Efrînê.

Di vê çaroveyê de dayîka bi navê Fatma Doyko got ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser wan zêde kirin. Fatma diyar kir ku wan 58 rojan li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe dan û heta roja îro jî li ber xwe didin. Fatma desntîşan kir ku dema kesek ji gelê xwe alîkariya dijmin dike îsrara wan zêde dibe ku li Efrînê vegerin da ku hesab ji wan kesan bixwazin û destên di exlaq û parastina welat de bidin wan.

Welatiyê bi navê Reşîd Qeblan bi lêv kir ku kesên bê şeref û exlaq herêma wan dagir kirin û hemû mal û milkên wan li xwe helal dikin û ev tişt anî ziman,"Meclîsa xayînan tevî hemû kiriyarên wan lê banga vegerê dikin. Em ê çawa vegerin û kiriyarên hovane li ser gelê me tê kirin, mirovahtî bi wan re tune ye.ʺ

Qeblan di berdewamiya axaftina xwe de got ku heta herêmên wan di bin serweriya çeteyên hov de bin ew tu carî li warên xwe venagerin û wiha pê de çû,"Wêneyên şehîdên me li erdê dan, hemû sembolên me yên pîroz binpê kirin. Em tu carî venagerin û heger em vegerin em ê bi îradeya xwe vegerin."

Her wiha welatiyê bi navê Beyrem Mihemed Hemdo got ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û kesayetên di nava ENKS`ê de neçar man ku dev ji warên xwe berdin. Hemdo anî ziman ku piştî partiyên di nava ENKS`ê de ew neçarî koçberiyê kirin niha jî meclîsa ava dike û xizmeta malbatên çeteyên El-Xûta dike. Hemdo ev gotin ji bo wan got,ʺHûn çete ne. Ew kesên ku mala min talan kir û kurê apê min şehîd xistin ew xayîn in ew ne Kurd in. Ev rastiya kesayet û partiyên ku di bin banê ENKS`ê de kar dikin."

Hemdo di dawiyê de got ku wek ku çawa malbatên çeteyan derbasî Efrînê bûne wê ji malên wan derkevin ji ber ku ew xwediyê erdê ne.

(bx)

ANHA