Meclîsa Gel a xeta gundewarên rojhilatê Dêrazorê hat vekirin

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, meclîsa gundê Dehlê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi navê meclîsa Şehîd Fehid Îsa vekir.

Meclîsa Gel a xeta gundewarên rojhilatê Dêrazorê hat vekirin
25 nîsan, 2018   17:45

DÊRAZOR

Di vekirina meclîsê de, şêngiyên gundê Dehlê û gundewarên derdorê, her wiha endamên Rêveberiya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, MSDʹê û Hêzên Erka Xweparastinê, amade bûn. 

Destpêkê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokatiya Meclîsa Gel a gundê Dehlê Betûl Ebdulhadî û Merwan Elî Yûsif axivîn, vekirina meclîsê pîroz kirin, soza xizmeta gel û çareserkirina pirsgirêkên jiyanî yên gel dan. 

Her wiha bi navên Mala Jinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa xeta rojavayê bajaroka Cezrat jî axaftin hatin kirin û vekirina meclîsê hat pîrozkirin. 

Piştî axaftinan, meclîs ji aliyê malbatên şehîdan ve hat vekirin. 

Şehîd Fehid Îsa 10ʹê Cotmeha sala 2017ʹan di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye. 

 (mm)

ANHA