Gelê Cizîrê û Şengalê gorên şehîdan bi kulîlkan xemilandin

Ji bo bîranîna şehîdên Qereçox ên ku 25ʹê Nîsana sala 2017ʹan di encama bombebarana balafirên Tirk de şehîd bûn, bi hezaran gelê herêma Cizîrê serdana goristana Şehîd Xebat Dêrik kir û gorên şehîdan bi kulîlkan xemilandin.

Gelê Cizîrê û Şengalê gorên şehîdan bi kulîlkan xemilandin
Gelê Cizîrê û Şengalê gorên şehîdan bi kulîlkan xemilandin
25 nîsan, 2018   16:01

QAMIŞLO

Bi hezaran gelê herêma Cizîrê û Şengalê îro di saetên sibehê de berê xwe dan çiyayê Qereçox, şehîdên xwe bi bîr anîn û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin. 

Piştî ku şervanên YPG/YPJʹê toraneke leşkerî li dar xistin û axaftin hatin kirin, gel gorên şehîdan bi kulîlkan xemilandin.   

(mm)

ANHA