Gelê Girê Spî şehîdên Qereçox bi bîr anîn

Meclîsa Kantona Girê Spî şehîdên Qereçox bi bîr anîn, her wiha bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember êrîşên dagirkeriya Tirk bi erkên xwe rabin.

Gelê Girê Spî şehîdên Qereçox bi bîr anîn
25 nîsan, 2018   15:37

GIRÊ SPÎ

Ji bo bîranîna şehîdên Qereçox, Fermandariya YPGʹê û Meclîsa Kantona Girê Spî daxuyaniyek dan raya giştî. Daxuyanî bi beşdariya Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan El-Ebid û endamên meclîsa kantonê hat xwendin. 

 Daxuyanî wiha ye:

ʺPiştî ku komên çete ʺDAIŞ û El-Nusra yên girêdayî dewleta Tirk di pêkanîna xewna dewleta Tirk a avakirina dewleta Osmanî de bi ser neket, dewleta Tirk bi çekên giran û balafiran herêmên herî bi ewle yên Sûriyeyê hedef girtin. 

Dagirkeriya  Tirk li herêmê kiryarên kuştin, talankirin û guhertina demografiyê pêk tîne. Civaka navneteweyî jî li hember vê yekê bêdeng e. 

Em êrîşa li Qereçox  û Kantona Efrînê şermezar dikin. Banga me ji NY, cîhana azad, rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl û konseya ewlekariyê re heye ku van kiryarên dagirkeriya Tirk rawestînin.ʺ

(mm)

ANHA