Dewreya duyemîn a polîsên tirafîkê bi dawî bû

Akademiya"Şehîd Mûsa El-Ehmed" a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Tebqayê dewreya duyemîn a polîsên tirafîkê bi navê dewreya şehîd Elî El-Milhim bi merasîmekê bidawî kir.

Dewreya duyemîn a polîsên tirafîkê bi dawî bû
Dewreya duyemîn a polîsên tirafîkê bi dawî bû
Dewreya duyemîn a polîsên tirafîkê bi dawî bû
Dewreya duyemîn a polîsên tirafîkê bi dawî bû
Dewreya duyemîn a polîsên tirafîkê bi dawî bû
Dewreya duyemîn a polîsên tirafîkê bi dawî bû
25 nîsan, 2018   13:05

TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundrîn bi armanca pêşxitina sîstema tirafîkê li herêma Tebqa û hêsaniya di çûyîn û hatinê de derwreya perwrdeyê beriya niha bi demekê vekir.

Malbata şehîd Elî El-Milhim, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Şêx Hamid El-Ferec, Hevserokên Komîteya Hundirîn Mezlûm Umer û Kefa Sencar, Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îskender Îsa, Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê û rûspiyên êlên herêmê tevlî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên ku tevlî dewreya perwrdeyê bûne ve hate destpêkirin. Paşê Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid El-Ferec axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû endaman pîroz kir û got ku ew ê riya avakirina civaka demokratîk bidomînin.

Ji aliyê xwe ve yek ji rêveberên Komîteya Hundrîn a bajarê Reqayê Îvan Hesen got ku Bakurê Sûriyê cihê herî bi ewleye û hemû pêkhate bi yekîtî bi hevre dijîn û li hember hemû êrîşan yek in.

Her wiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê Îskender Îsa got ku ew ê kar û xebatên xwe di pêşxistina sîstema ewlekariyê de bidomînin.

Îsa di axaftina xwe de bang li hemû endamên ku dewereya perwerdeyê bidawî kirin ku li ser rêya şehîdan bimeşin û pîvanên wekheviyê li herêma Tebqayê pêk bînin.

Bi navê Rêveberiya Giştî ya beşê Tirafîkê ya bajarê Reqayê Mihemed Elî ev tişt anî ziman,"Dewleta Tirk a dagirker dixwaze hemû Rojhilata Navîn bixe bin serweriya xwe de û mînaka vê yekî jî li Efrînê diyar dibe. Berxwedana Serdemê heta roja îro jî didome. Şervanên bi lehengî li ber xwe didin û wê hemû xaka Sûriyê ji dagirkeran rizgar bikin."

Îsmaîl El-Milhim bavê şehîd Elî El-Milhim axivî û bang li hemû endaman kir ku bibin stûna parastin û ewlekariya herêmê.

 Hêjaye bi bîr xistinê ku şehîd Elî El-Milhim yek ji endamên beşa endizyariya mayînan bû, dema bi erka xwe li bajarê Reqayê radibû şehîd bû.

(bx)

ANHA