‘Sîstema perwerde ya li Rojava divê li tevahî Rojhilata Navîn pêk were‘

Şandeya rojavayî ya ku serdana Zanîngeha Rojava kir, diyar kir ku sîstema perwerdeyê yak u li Rojava tê meşandin divê li tevahî Rojhilata Navîn û Ewrupayê were meşandin û destnîşan kirin ku ev sîstem ji sîstema kapîtalîst û merteriyalên wê xizmeta hemû gelan dike.

‘Sîstema perwerde ya li Rojava divê li tevahî Rojhilata Navîn pêk were‘
25 nîsan, 2018   13:10

QAMIŞLO

Şandeyek ji welatên Rojavayê, bi armacna ku rewşa perwerdeyê bişopîne, serdana zanîngeha Rojava ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo kir.

Şande ji Çalakvana Hiqûqa Jinan, Havîn Konşnêr, Pisporê Zanista Biyolojiya û Mamosteyê Dibistana Lundun a Aborî David Girîber, Pispora Zanista Perwerdeyî ya ji Berazîlê Marya Kiristîna Faskas û Lêkolînera Projeya Altrnatîf Zambron ê ji Siwêsra pêk dihat.

Bi amadebûna endamên şandeyê, bi sedan xwendearkên zanîngehê, hejmarek rewşenbîr, Hevserokê Fakulteya Petrol û Petrolkîmya Ehmed Ibrahîm û endamên Desteya Rêveber ê Zanîngeha Rojava Firat Girnas zempozyûmek bi navê "Zepozyûma Modêla Perwerde û Zanîngeha Azad û Demokratîk" hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, endamên şandeyê derbarê sîstema perwerdeyê ku li Zanîngeha Rojava pêk tê, nêrînên xwe anîn ziman.

Endamên şandeyê, diyar kirin ku dewletên kapîtalîst ji sîstema Neteweya Demokratîk a ku li Bakurê Sûriyê tê jiyankirin ditirsin ji ber ku fikirê xwendekarên azad de xeteriyeke li ser jiyana xwe çêdike.

Endamên şandeyê, êrîşên dagirkirina Efrînê bi tirsa ji tecrûbeya demokratîk a Bakurê Sûriyê ve girêdan û destnîşan kirin ku tecrûbeya pêkhateyên Bakurê Sûriyê sîstemên kapîtalîst tune dike û hemû derferan ji bo xizmeta civakê bi kar tîne.

Di axaftinên endamên şandeyê de hat diyarkirin ku modêle perwerdeyê ya li Zanîngeha Rojava tê dayîn xwe dispêre fikirê azad û demokratîk û destnîşan kirin ku sîstemên hegemon û desthilatdar perwerdeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, zanîngehên li Rojhilata Navîn û Ewrupa ji aliyê desthilatdaran ve tê birêbirin.

Endamên şandeyê, bal kişandin ku ew ê tecrûbeya Rêveberiya Xweser û sîstema perwerdeyê ya li zanîngeha Rojava tê dayîn dê veguhêzin Ewrupa û welatên rojava û hate gotin, "Sîstema Perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava balkêş e û ji bo hemû cîhanê girîng e. Li welatê me xebat tê kirin ku metryalek perwerdeyê li ser bingehê perwerdeya demokratîk tê amadekirin. Me ev erka me girtiye ser milê xwe. "

Di dawiya sempozyûmê de, beşdaran destek ji şandeyê xwest ku sîstema li zanîngehê tê dayîn li derve belav bike.

(bb)

ANHA