MÎT`a Tirk malbateke Êzidî revandin

MÎT`a dewleta  Tirk a dagirker malbateke Êzidî ji taxa Eşrefiyê ya girêdayî bajarê Efrînê revandin û ew birin Tirkiyê.

MÎT`a Tirk malbateke Êzidî revandin
25 nîsan, 2018   12:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji hundir bajarê Efrînê raghandin ku MÎT`ê malbata Ednan Hecîko(Ku di nava civaka Efrînê de bi malbata Mendo tê naskirin) ya Êzidî ku bi eslê xwe ji gundê Qîbarê ne revandin û ew birin girtîgehên Tirkiyê.

Li gorî heman çavkaniyan navên kesên ku MÎT`ê revandin wiha ne: Zekiye Hecîko, Rizgan Hecîko, Alan Hecîko.

Heman çavkaniyan gotin ku MÎT`ê piştî êşkenceyê Ednan Hecîko berda, lê ji ber êşkenceya zêde dîn bûye.

Hêjayî gotinê ye ku berê jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 6 ciwanên Êzidî ji gundê Qîbarê revandin.

(kc)

ANHA