PYD‘ê ji ber wefata Dana Celal sersaxî xwest

Partiya Yekîtiya Demokratîk ji ber wefata nivîskar û lêkolînerê Kurd Dana Celal peyama sersaxiyê weşand.

PYD‘ê ji ber wefata Dana Celal sersaxî xwest
25 nîsan, 2018   11:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Dana Celal El-Qermetî duh di encama kirîza dil de li Siwêdê wefat kir. Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji ber wefata Dana Celal peyama sersaxiyê weşand.

PYD‘ê di peyamê de got " Gelê Kurd li her deverê, têkoşîneke mezin dane meşandin û heta niha jî bi şoreşger û rewşenbîrên xwe bi armanca ku doza Kurdî bi awayekî demokratîk were çareserkirin û pîlanên paşverûtiyê werin têkbirin xeta têkoşînê didomîne, ji wan şoreşger û rewşenbîran Dana Celal e yê ku duh jiyana xwe ji dest dan.

Wekî Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji ber wefata Dana Celal sersaxiyê ji malbata wî, gelê Kurdistanê, gelê Iraqê û ji xwe re dixwazin. Dana Celal bi sedan nivî û gotarên xwe yên bi nirx xeta demokratiyê parast û astengiyên ku li hemberî çareseriya dozên niştimanî û netewî rexne kir."

 (bb)

ANHA