′Çawa me neviyê Tirkiyê li Reqayê têk bir, em ê Tirkiyê li Efrînê jî têk bibin′

Rûspiyê Êla Hatim El-Taî yê bajarê Reqayê Şêx Elî El-Xersan got ku bi saya şervanan wan neviyê Tirkiyê ango DAIŞ`ê li Reqayê têk bir, ew ê Tirkiyê jî li Efrînê têk bibin.

′Çawa me neviyê Tirkiyê li Reqayê têk bir, em ê Tirkiyê li Efrînê jî têk bibin′
25 nîsan, 2018   09:24

XALID EL-CÛMA / REQA

Di çarçvoeya êrîşên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê li se herêmê Efrînê û hewlidanên wê ku herêmên din ji Bakurê Sûriyê dagir bike, Rûspiyê Êla Hatim El-Taî ya bajarê Reqayê Şêx Elî El-Xersan ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Şêx Elî El-Xersan got ku di vê demê de dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rûsya û Îranê dixwaze  berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bîne û hemû gelê Sûriyê bixe bin serweriya xwe de û Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe parçe bike.

El-Xersan tekez kir ku hemû êlên herêmê destwerdanên dervê ji xaka Sûriyê re red dikin û ev tişt anî ziman,"Em weke rûspî û şêniyên Reqayê destwerdana derve ji xaka Sûriyê re tu carî qebûl nakin. Hemû dewletên derve li gorî berjewendiyên xwe, xwe li  Sûriyê bi cih dikin û bi taybet dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk a dagirker di vê demê de dixwze ku herêmên din ji Sûriyê dagir bike.ʺ

El-Xersan diyar kir ku ew weke gelê Sûriyê dixwazin ku xwe bi xwe bi rêve bibin û got ku wê gurupên çete yên ku Tirkiyê wan ber bi Sûriyê ve dişîne wê bi hêza şervanan û bi saya xwîna şehîdan ji herêmê derkevin.

Derbarî dagirkeriyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê re Şêx Elî El-Xersan got ku Efrîn yek ji bajarên Sûriyê ye, her kes lê dijî û ew dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrîê re şermezar dikin.

Her wiha Şêx Elî El-Xersan destnîşan kir ku bi saya şervan û lehengên wê Efrîn bi ser bikeve û çawa wan neviyê Tirkiyê ango DAIŞ`ê li Reqayê têk bir, ew ê dewleta Tirk li Efrînê jî têk bibin.

Li ser rewşa bajarê Reqayê Şêx Elî El-Xersan got ku piştî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin bi saya Meclîsa Sivîl a Reqa û şêniyên bajar ji nûve bajarê xwe ava dikin û ji bermahiyên şer baqij dikin.

(bx)

ANHA