Partiya Sûriyaya Pêşerojê: Armanca me hevgirtina gelê Sûriyê ye

Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku partiya wan ji bo hevgirtina di navbera gelê Sûriyê de tekoşînê dike û wê hewl bide ku bibe himbêza ku hemû gelê Sûriyê bigre nav xwe de dihewîne.

Partiya Sûriyaya Pêşerojê: Armanca me hevgirtina gelê Sûriyê ye
25 nîsan, 2018   08:04

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan debarê armanca û bernemaya partiya Sûriyaya Pêşerojê ji ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftinê kir: "Partiya Sûriyaya Pêşerojê, partiyek Sûriyê ye. Li herêmên Bakurê Sûriyê hate avakirin."

Li ser pirsa çima partiya we li Reqayê kongreya xwe ya damezirîner lidar xist jî ev bersiv da: "Hin taybetmeniyên Reqayê hene. bi taybet di dema DAIŞ'ê de di rewşeke dijwar re derbas bû, DAIŞ'ê wê wekî paytexta xîlafeta xwe binav kir. Lê ya rastiya bajarê Reqayê ne ya ku ji DAIŞ'ê re bibe paytext. Lê belê nimûneya xweşik a demokrasiyê ye."

El-Qeftan, di berdewama axaftina xwe de jî got ku partiya wan wê bermahiyên reş ji ser Reqayê rabikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha Reqa bûye xwedî gelek taybetmendîç. Bûye kaniya demokrastiyê, bi taybet cihê pirangî û sîstema ne navendî ye. Baweriya partiya me bi navendîbûnê nayê. Ji ber tiştê Reqaş Sûriyê gihand vê astê sîstema navendîbûnê ye."

Partiya Sûriyaya Pêşerojê di roja 27'ê Adarê de Kongreya xwe ya damezirîner bi diruşmeya "Sûriya demokratîk, pireng û nenavendî" li bajarê Reqayê lidar xist.

El-Qibtan di berdewama axaftina xwe de jî got ku buroyên partiya wan li gelek herêmên Sûriyê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha li herêmên Bakurê Sûriyê Qamişlo, Dêrizor, Hesekê, Reqa û Mibicê buroyên me hene. Kesên ji Heleb, Siwêda, Idlib û Şamê jî di nava partyiya me de hene,endamên me yên li Tirkiyê, Elmaniya û Amarîka jî dimîn in hene. Em ê hewl bidin ku bibin himbêza hemû gelê Sûriyê û em dawî li rijandina xwînê bîn in."

Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan da zanîn ku wê partiya wan ne partiyek netewî û kesayetî be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Partiya me partiya pêşerojê ye, em tu kesî dûr naxin, nerîn û felsefeya me ya hemwelatiyê ye. Pirojeya me ya herî girîng hevgirtina gelê Sûriyê ye. Em ê di vê çarçoveyê de xwe bighîn in hemû gelê Sûriyê."

(dc)

ANHA