Ji dayîka 2 astengdaran banga alîkariyê

Du zarokên dayîka bi navê Bêrîvan ji ber rewşa malbatî astengdar in, niha di kampa Serdemê ya kantona Şehbayê de jiyan dikin. Ji ber kêmbûna derfetên jiyanî û dermanan rewşa wan pir dijwar dibe. Dayîka 2 astengdaran, banga alîkariyê kir.

Ji dayîka 2 astengdaran banga alîkariyê
25 nîsan, 2018   07:56

ARŞÎN NECAR-SOLÎN REŞÎD/ ŞEHBA

Jina binavê Bêrîvan dayîka 2 zarokên astendar e. herdû zarokên wê ji ber sedema malbatî di mejiyê xwe de astngdar in. Ji ber êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê wekî hezaran welatiyên Efrînê neçar bû bi zarokên astendar ve malên xwe berde û berê xwe bide Şehbayê. Niha li Kampa Serdemê jiyan dike. Dayîk Bêrîvan Qasim, bang li rêxistin û komeleiyên mirovî kir ku alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin û destnîşan kir ku rewşa wan pir zehmet e.

Jina bi navê Bêrîvan Qasim (34) ji gundê Ibêdanê ya navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Destpêkê zaroke wê çêbû di mejî de astengdar bû, piştî sê salan jiyana xwe ji dest da, paşê jî 2 zarokên wê yên saxlem û 2 astendar çêbûn. Sedemên astendariyê jî rewşa malbatî bû.

Herdû zarokên Astengdar Hesen Memo (13) û Colyana Memo (9) di mejiyê xwe de astengdar in, mejiyê wan erka xwe pêk nayêne, lewma nikarin tiştekî bikin. Tevî ku dayîk û bavên wan gelek hewldan kirin, lê herdû zarok şifa nebûn.

Dayîk Bêrîvan pêdiviyên zarokên xwe ji şîr pêk tanî, ev jî bi alîkariya welatiyan pêk dihat. Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin û herêm dagir kirin, ji berbombebaranê neçar man ji Efrînê derkevin.Dema derketin ji ber ku herdû zarokên wê nikarin bimeş in, cîranên wan alîkariya wan kirin.

Ew jî wekî cîranên xwe bi rojan di rê de man, heta gihan kantona Şehbayê û niha li Kampa Serdem a gundê Til Siwêsîn bi cih bûne.

Dayîk Bêrîvan derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Dema me dengê top balafiran bihîst, me bawer ne dikir, bi vê hovîtiyê sivîlan bombebaran bikin. Dema bombebaran pêk hat û welatî derketin, em jî neçar man derkevin."

Tevî rêveberiya kampê û welatî alîkariya wan dikin, lê ji ber rewşa wan pêwîstiya wan bi gelek aliyên din wekî derman û pêdivyên din heye.

Dayîka herdû zarokên astendar Bêrîvan Qasim, bang li rêxistinên karûbarên mirovî kir ku erka xwe pêk bînin, û alîkariyan ji şêniyên Efrînê yên neçarî derketinê bûne re pêşkêş bikin.

(dc )

ANHA