Şehîd Qereçox hatin bîranîn

Ji bo salvegera yekem a  şehîdên Qereçox, Buroya jinê ya Şaredariya Gel a Dêrikê û meclîsa herêmê serdana gorên şehîdan kirin, bi kulîlk û findan xemilandin.

Şehîd Qereçox hatin bîranîn
24 nîsan, 2018   18:57

QAMIŞLO 

Buroya jinê û meclîsa herêmê berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik, gorên şehîdên Qereçox bi findan û kulîlkan xemilandin û dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ berz kirin.  

Li goristanê gelek axaftin hatin kirin, kiryarên tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û soza domandina têkoşînê hat dayîn.

Balafirên Tirk 25ʹê Nîsana sala 2017ʹan saet di 2ʹyê berbangê de çiyayê Qereçox û radyoya Dengê Rojava bombebaran kirin. Di encamê de 20 şervanên YPG/YPJʹê şehîd bûn, hejmarek şervan jî birîndar bûn.  

(mm)

ANHA