Nasnameya endamê HATʹê Dilxweş hat ragihandin

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamê hêzên taybet (HAT) Dilxweş Mihemed Emîn ragihande. 

Nasnameya endamê HATʹê Dilxweş hat ragihandin
24 nîsan, 2018   18:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  

ʺEndamê HATʹê Dilxweş Mihemed Emîn duh ango 23ʹê meha Nîsanê di encama qezayeke trafîkê li çerxerêya Til Cemal a herêma Girkê Legê de şehîd bû.  

Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û soza şopandina riya şehîdên azadiyê didin heta axa welat ji terorê tê rizgarkirin. 

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Argêş

Nav û paşnav: Dilxweş Mihemed Emîn

Navê dayîkê: Xalîse

Navê bav: Umer 

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Mistefawiyê 1995/1/1

Cih û dîroka şehadetê: Girkê Legê: 23/4/2018  

(mm)

ANHA