El-Partî buroyeke xwe li Tirbespiyê vekir

Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (El-Partî) buroyeke xwe li navçeya Tirbespiyê vekir.  

El-Partî buroyeke xwe li Tirbespiyê vekir
El-Partî buroyeke xwe li Tirbespiyê vekir
El-Partî buroyeke xwe li Tirbespiyê vekir
El-Partî buroyeke xwe li Tirbespiyê vekir
El-Partî buroyeke xwe li Tirbespiyê vekir
24 nîsan, 2018   16:38

QAMIŞLO

Bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl ên navçeyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (El-Partî) buroyeke xwe vekir.  

Vekirina buroyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Sekreterê Giştî yê Partiyê Nesredîn Ibrahîm axivî, birxêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd. Ibrahîm her wiha girîngiya piştgiriya hêzên leşkerî ji bo parastina Bakurê Sûriyê û li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk vegot.  

Ibrahîm got ku divê kongreya neteweyî ya Kurdî were lidarxistin, da lêvegereke siyasî ya Kurdî hebe û hemû planên dijmin ên derbkirina destkeftiyên şoreşa Rojava têk biçin.  

Vekirin bi belavkirina şêraniyê bi dawî bû.

(mm)

ANHA