Hêzên Asayîşa Girê Spî 108 girtî serbest berdan

Hêzên Asayîşa Kantona Girê Spî li ser daxwaza rûspiyên êlan û meclîsa kantonê, 108 girtî serbest berdan. 

Hêzên Asayîşa Girê Spî 108 girtî serbest berdan
24 nîsan, 2018   15:28

GIRÊ SPÎ

Hêzên Asayîşê 108 girtiyên ji bajarên Minbic, Reqa, Dêrazor, Girê Spî, Tebqa û Babê ku bi cûsên cûda hatibûn girtin, berdan.  

Di merasîma serbestberdanê de, hemû rûspiyên êlên herêmê, nûnerên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Girê Spî, fermandarên YPG/YPJ/QSD/Hêzên Asayîşê û malbatên girtiyan amade bûn. 

Destpêkê Hevserokê Rêveberiya Xweser Heman El-Ebid, Hevserokê Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm û bi navê rûspiyên herêmê şêx Mihemed Nûrî axivîn, serbestberdana girtiyan li malbatên wan pîroz kirin û hat zanîn ku ev yek li ser banga rûspiyên herêmê û meclîsa kantonê pêk hat. 

Di dawiya axaftinan de spasiya Hêzên Asayîşê hat kirin û bang li girtiyên hatî berdan kirin ku bi planên dijmin neyên xapandin û xizmeta civaka xwe bikin.ʺ

Di dawiya merasîmê de kesên hatî berdan li gel malbatên xwe çûn malên xwe. 

(mm)

ANHA