Li Viyanayê greva birçîbûnê ji bo Rêbertiyê

Wek gelek bajarên Ewropayê li paytext Viyana ya Avûstûrya jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Li Viyanayê greva birçîbûnê ji bo Rêbertiyê
23 nîsan, 2018   19:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Di bin pêşengtiya Meclîsa Kurd a Demokratîk a Avûstûrya de li navenda bajar a Mûseûmsqûertîer ji bo greva birçîbûnê kon hate vedan.

Di tevahiya rojê de gelek kesan serdana konê greva birçîbûnê kirin. Têkildarî rewşa Ocalan agahî da dostên Kurdên ên çepgir.

Di dema çalakiyê de belavokên bi zimanê Almanî û Îngîlîzî ji derdor re hatin belavkirin.

Li bendêye ku greva birçîbûnê hefteyekê dom bike. Çalakvan daxwaz kirin ku tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe.