ʹEz serbilind im ku kurê min ji bo rûmeta gelê xwe şehîd bûyeʹ

Bavê şehîd Diyar Şermox di merasîma oxirkirina kurê xwe de got, ʺEz serbilind im ku kurê min ji bo rûmeta gelê xwe şehîd bûye.ʺ

ʹEz serbilind im ku kurê min ji bo rûmeta gelê xwe şehîd bûyeʹ
23 nîsan, 2018   18:01

QAMIŞLO 

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Sarûxan, merasîma xiyabî ji bo şehîd Diyar Şermox (Rambo) ku 1ʹê Adarê şehîd li bajaroka Şedadê di bersivdayîna êrîşa DAIŞʹê de şehîd bûbû, organîze kir.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Osman axivî û da zanîn ku bi saya fedekariya şehîdan gelan azadiya xwe bi dest xist. Osman sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şehîd Ezîzî Ereb bi bîr anî. 

Bavê şehîd, Adil Tirkî Mihemed jî berxwedana Ocalan  şervanên YPG/YPJʹê silav kir û wiha got, ʺEm serbilind in ku zarokên me di oxira parastina welat û rûmeta gelê xwe de şehîd dibin. Şehîd Diyar beşdarî gelek şeran bûye û birîndar bûye. Lê tevî vê yekê têkoşîna xwe domand û gihîşt asta şehadetê.ʺ

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Her wiha dirûşmeya ʺŞehîd namirinʺ  hatin berzkirin.

(mm)

ANHA