Li Tebqayê çalakiyên hunerî hatin pêşkeşkirin

Komîteya Perwrdeyê bi hevkariya komîteya Çand û Huner ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê gelek çalakiyên hunerî bi tevlîbûneke mezin ji hemû dibistanên  Tebqayê pêşkeş kirin.

Li Tebqayê çalakiyên hunerî hatin pêşkeşkirin
Li Tebqayê çalakiyên hunerî hatin pêşkeşkirin
Li Tebqayê çalakiyên hunerî hatin pêşkeşkirin
Li Tebqayê çalakiyên hunerî hatin pêşkeşkirin
Li Tebqayê çalakiyên hunerî hatin pêşkeşkirin
Li Tebqayê çalakiyên hunerî hatin pêşkeşkirin
Li Tebqayê çalakiyên hunerî hatin pêşkeşkirin
23 nîsan, 2018   09:24

TEBQA

Çalakî li dibistaneke li taxa El-Rafîdeyin hate lidarxistin. Bi dehan xwendekar û mamosteyan tevlî çalakiyan bûn.

Di çalakiya hunerî de, pêşengehek ku taboleyên hunerî û tiştên ku zarokan bi destê xwe çêkirin, hate pêşandan.

Her wiha zarokan şanoyek pêşkêş kirin.

Ji aliyekî din ve jî, Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Bitol El-Xelîf axivî û got ku armanca wan ji lidarxistina çalakiyên hunerî ew e ku zarok afrînerên xwe pêş bixin. 

Di dawiyê de xwendekaran govend û dîlan pêşkeş kirin.

(bx)

ANHA